Mistefa Ozçelîk: Kurdistan24ê di pêşxistina çanda pêkvejiyan û azadiya ramanê de roleke girîng lîstiye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mistefa Ozçelîk, bi helkefta 11emîn salvegera damezrandina Dezgeha Kurdistan24 bo Lêkolîn û Ragihandinê, peyameke pîrozbahiyê weşand û tekez li ser rola vê dezgehê ya di pêşxistina azadiya ramanê û parastina mafên mirovan de kir.
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mistefa Ozçelîk îro 31ê Cotmeha 2026an, bi boneya 11 saliya damezrandina Kurdistan24ê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Rêveberê Giştî, rêveberî û hemû xebatkarên vê saziyê kir.
Mistefa Ozçelîk di peyama xwe de bal kişand ser keda 11 salan a vê saziyê û ragihand: "Kurdistan24 ji damezrandina xwe heta îro, di navbera 11 salan de weke navendeke medyayî, di azadiya rojnamevaniyê û di pêşxistina azadiya ramanê de, di belavkirina nûçe, raman, lêkolîn, dokuman û agahdariyên cur bi cur de, ji bo pêşvebirina çanda lêborînê, pêkvejiyan, aştî, demokrasî, dadperwerî û parastina mafên mirovan li Kurdistanê roleke girîng lîstiye."
Serokê Giştî yê PWKê di beşeke din a peyama xwe de got: "Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêveber, endam û alîgirên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), 11emîn salvegera damezrandina Saziya Kurdistan24ê ya Lêkolîn û Ragihandinê pîroz dikim. Ez hemû damezrîner, rêveber, xebatkar û kedkarên Kurdistan24ê pîroz dikim û di xebatên we de serkeftinê ji we re dixwazim."