Wezareta Petrolê ya Iraqê: Berhemanîna petrolê rojane 4 milyon bermîl derbas kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Petrolê ya Federal a Iraqê daneyên herî nû yên sektora petrolê aşkere kirin û ragihand, berhemanîna petrola xav li seranserî Iraqê rojane 4 milyon bermîl derbas kiriye. Her wiha tekez kir ku peymana sêalî ya ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya kompaniya "SOMO"yê hîn wekî xwe berdewam e.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Federal Selîm Rûkabî duh 31ê Cotmeha 2026an di daxuyaniyekê de ji bo kanala Kurdistan24ê, pêşhat û amarên herî dawî yên girêdayî berhemanîn û proseya hinardekirina petrolê aşkere kirin.

Rûkabî da zanîn, di qonaxa niha de berhemanîna giştî ya petrola xav geşepêdaneke berbiçav bi xwe ve dîtiye û asta berhemanîna rojane bi temamî ji sînorê 4 milyon bermîlan derbas bûye.

Derbarê dosyeya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û hevahengiya ligel aliyê federal de, berdevkê wezaretê destnîşan kir ku peymana sêalî ya taybet bi radestkirina petrola xav a Herêma Kurdistanê bi armanca hinardekirinê bi rêya Kompaniya Şandina Petrolê ya Iraqê (SOMO) hîn wek xwe kar pê tê kirin û nehatiye rawestandin.