Asayîşa Hewlêrê ew qaçaxçiyê ku bûye sedema xeniqîna sê zarokên Kurd girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Asayîşa Hewlêrê di operasyoneke taybet de ew qaçaxçî desteser kir ku bûbû sedema xeniqîn û canjidestdana sê zarokên malbateke kurd li Çemê Merîçê li ser sînorê Tirkiye û Yewnanistanê.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, Asayîşa Hewlêrê di operasyoneke serkeftî de kariye wî qaçaxçiyê tometbar bigire. Jêderekî ji asayîşê piştrast kir ku tometbar niha di destê hêzên asayîşê de ye û derbarê bûyerê de lêpirsîn pê re berdewam dike.

Di nîva meha Cotmeha 2026an de, malbateke 5 kesî ya ji bajarê Silêmaniyê, ku ji dayik, bav û sê zarokan pêk dihat, bi armanca gihîştina Ewropayê berê xwe dan Stenbolê û piştre derbasî bajarê Edirneyê yê ser sînorê Yewnanistanê bûn.

Dema malbatê xwast bi alîkariya vî qaçaxçiyê navborî û bi rêya belemeke lastîkî di ser Çemê Merîçê re derbas bibe, belmeya wan binav bû. Di encamê de hersê zarokên malbatê yên bi navên Hestiyar (12 salî), Heryad (9 salî) û Mêle (5 salî) li ber çavên dayik û bavê xwe xeniqîn û tenê dayik û bav rizgar bûn.

Çemê Merîçê li ser sînorê Tirkiye û Yewnanistanê wekî yek ji rêyên herî xeternak ên koçberiya ber bi Ewropayê ve tê dîtin. Salane bi sedan koçberên kurd ji bo derbasbûnê berê xwe didin vî çemî, lê ji ber zehmetiya herêmê û bikaranîna belekên xirab û neewle ji aliyê qaçaxçiyan ve, heta niha bi dehan koçberên kurd di wî avî de canê xwe ji dest dane.