PDK û pêkhate daxwaza çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ligel fraksiyonên pêkhateyên Tirkmen û Mesîhiyan li avahiya Parlamentoya Kurdistanê amade bûn û bi daxuyaniyên çapemeniyê yên cuda banga destpêkirina rûniştinên parlamentoyê û derketina ji xitimbûna siyasî kirin.

Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Vala Ferîd, îro Sêşemê (03.11.2026), li avahiya parlamentoyê ragihand, li gorî madeyên 46, 47 û 48 ên Yasaya Hilbijartina Parlamentoyê û madeyên 11 û 14 ên Peyrewa Navxwe, her wiha li ser daxwaza fermî ya Serokê Temen (ji dîroka 01.12.2024), pêwîst e zengila rûniştina temamker a yekemîn a parlamentoyê were lêdan.

Vala Ferîd bal kişand ser rewşa du salên borî û got: “Piştî derbasbûna zêdetirî du salan di ser hilbijartina xula şeşemîn re, parlamento ne çalak e û nekarî erkên xwe yên yasayî bi cih bîne. Ev jî ji ber temamnekirina rêkarên rûniştina yekem e ku di 02.12.2024an de dest pê kiribû.”

Seroka Fraksiyona PDKê hişyarî da ku felckirina karê parlamentoyê li dijî prensîpên demokrasiyê û berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê ye. Herwiha bang li hemû parlamenteran kir ku roja Çarşemê saet 11:00ê pêşnîvro li hola parlamentoyê amade bin, da ku erkên xwe li hember vîna dengdêran pêk bînin.

Di heman çarçoveyê de, parlamentera Fraksiyona Partiya Çaksaziya Tirkmen, Mona Qehweçî, da zanîn ku wan li ser bingeha berpirsiyariya niştimanî û yasayî yadaşteke fermî pêşkêşî Serokatiya Dîwana Parlamentoyê kiriye. Qehweçî destnîşan kir ku armanc ji vê gavê jinûvedestpêkirina rûniştinan e, da ku valahiya yasayî nemîne û bang li hemû fraksiyonan kir ku beşdarî civîna roja Çarşemê bibin.

Nûnerên pêkhateyên Kildan, Siryan, Aşûrî û Ermenan li Hewlêr û Dihokê jî bi rêya yadaşteke hevbeş a ji bo Serokatiya Dîwanê heman daxwaz anîn ziman.

Nûnerê pêkhateyan li Dihokê Ceyms Hezdo û nûnerê pêkhateyan li Hewlêrê Ramî Nûrî nîgeraniya xwe li hember rewşa bêçalaktiyê ya du salên borî anîn ziman. Wan tekez kir ku divê rêz li vîna hilbijêran bê girtin û bang kirin ku roja Çarşemê (04.11.2026) saet 11:00ê hemû fraksiyon li holê amade bin, da ku rûniştin bidome û baweriya welatiyan bi saziya qanûndanînê ji nû ve ava bibe.