Zeydî biryara zêdekirina pişka elektrîka niştîmanî bo Kerkûkê derxist

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îraqê hejmareka biryaran derxist, berî hemiyan jî zêdekirina pişka parêzgeha Kerkûkê ji elektrîk û sotemeniyê, herwisa daxwaz kir ku bi rêya lihevkirina di navbera pêkhateyan de lez di yekalîkirina posta parêzgar de bê kirin, û şandina dosyeya zêdegaviya jeneratorên taybet bo Desteya Destpakiyê.

Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî îro Sêşem, 3ê Mijdara 2026ê, serokatiya civîneke berfireh kir, ku girêdayî nîqaşkirina rewşa giştî, pêşhatên îdarî, pirsgirêkên xizmetkarî û rewşa ewlehiyê ya parêzgeha Kerkûkê bû.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Zeydî di ragihandinekê de got: “Ew civîn bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr bo Karûbarên Aborî, Wezîrên Navxwe û Dad, Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve, Serokê Desteya Heşda Şeibî, Birêvebirê Nivîsgeha Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Serokê Dezgeha Ewlehiya Nîştimanî û Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Îraqê bi rê ve çû.

Elî Zeydî di civînekê de ferman bi zêdekirina pişka Parêzgeha Kerkûkê di enerjiya elektrîka nîştimanî de da, bi rengekî ku seetên dana elektrîkê bilind bike û pêdivîtiyên sereke yên xelkê dabîn bike.

Navbirî herwisa ferman bi zêdekirina rêjeya sotemeniya terxankirî bo jeneratorên taybet da, bi merema misogerkirina berdewamiya karkirina wan û porrkirina kêmasiyan.

Di tewerekê din ê wê civînê de, Serokwezîrê Îraqê tekez li ser pêdivîtiya lezkirina di yekalîkirina pirsa hilbijartina Parêzgarê Kerkûkê û bidawîanîna valahiya îdarî li wê parêzgehê kir, bi rengekî ku ew prose li ser bingeha hevfêmkirin û lihevkirina hevpar di navbera hemî pêkhateyên neteweyî û olî yên Kerkûkê de be, daku bibe sedema bihêzkirina pêkvejiyana aştiyane.

Ji aliyê parastina aramî û tenahiyê ve, Zeydî fermandariya operasyonan û dezgehên ewlehiyê yên Parêzgeha Kerkûkê raspart ku rêkarên pêdivî bo çespandina ewlehiyê bi cih bînin.

Tekez li ser serederîkirina dezgehên ewlehiyê ligel xwenîşandanan tenê di çarçoveya destûr û qanûnên berkar de jî kir, bi rengekî ku mafê xwenîşanderan parastî be û pêşiyê li gihandina ziraran bo mal û milkên giştî û taybet bigire.

Di derheqa nerazîbûna welatiyan li ser nirxê elektrîka jeneratorên taybet de jî, Zeydî biryar li ser şandina tevaya vê dosyeyê bo Desteya Destpakiyê da, bi merema kirina lêkolîn û hûrbiniyê li ser zêdegaviyan û bicihanîna merasîmên qanûnî yên tûnd li dijî kesên ku zêdegaviyên dikin.

Serokwezîrê Îraqê tekez jî kir ku pêdivî ye şopandina meydanî bo bicihanîna van biryaran bê kirin, herwisa bizav bo pêşxistina kerta xizmetkarî û bicihanîna daxwaziyên rewa yên xwecihên Kerkûkê bên zêdekirin, bo misogerkirina berdewamiya karê fermangehan û xurtkirina tenahiyê li wê parêzgehê.

Pirsgirêka kêmbûna elektrîkê li parêzgeha Kerkûkê yek ji pirsgirêkên berdewam e, bi taybetî di çend rojên borî de bi sedema kêmgbûna elektrîka nîştimanî û bilindbûna nirxê elektrîka jeneratorên taybet bo 18 hezar dînaran, pêleka nerazîbûn û xwenîşandanê li çend taxên wî bajarî ser hilda.