Fraksiyona PDKê: Neheqî li beranberî Kerkûkê tê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Îraqê ragihand ku wan li ser mijarên mûçe, şandina nefta spî û rewşa Kerkûkê ligel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî civîn hebûye, herwisa Zeydî soz daye ku pirsgirêkan çareser bike.
Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdula li ser wê rewşa ku li Kerkûkê çê bûye ragihand ku hatiye guhertin û agahiyên şaş di wî warî de bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî hatine dan, herwisa tiştê ku li beranberî xelkê Kerkûkê tê kirin neheqî ye.
Şaxewan Ebdula herwisa got ku Kerkûk xwedî 800 megawatên berhemanîna elektrîkê ye, ku 500 megawat bi rêya gazê tên berhemanîn û 250 megawat li Dubzê û 150 megawat jî li Mela Ebdula, lê ew bajar tenê ji 600 megawatên elektrîkê feydeyî werdigire, ji ber ku zêdetirî 150 megawatên elektrîkê ji pişka bajarî bi Kompaniya Petrola Bakûr hatine dan, lewma em daxwaz dikin ew rêjeya elektrîkê bo Kerkûkê bê qerebûkirin, daku xelkê wî bajarî ji wê êş û azara ku heye rizgar bibe û ew rewşa ku niha heye jî bi dawî bibe.
Şaxewan Ebdula tekez jî kir ku piştî Serokwezîrê Îraqê guhdariya daxwaziyan kir, rasterast rênamayî derxistin ku ew her du daxwaziyên Fraksiyona PDKê û xelkê Kerkûkê bên bicihanîn.
Di derheqa civîn û hevdîytinên ligel aliyên peywendîdar û wezaret û aliyên siyasî yên Îraqê bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi taybetî jî pirsa mûçeyên Herêma Kurdistanê, Şaxewan Ebdula ragihand: “Bi hevahengî ligel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, me rûniştin û civîn ligel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî kiriye.
Navbirî tekez jî kir ku ji Zeydî re hatiye ragihandin ku Herêma Kurdistanê piştgiriyê li hikûmeta wî dike û bi hemî awayekî di rûbirûbûna gendeliyê de alîkar û hevaheng dibe. Herwisa got: “Tevî ku me daxwazî û pirsgirêkên xwe gihandine, di eynî demê de me nivîsara hevpeç jî bo çareserkirina hemî pirsgirêkan bi rêyên qanûnî û destûrî hebûye, lê li beranberî wê yekê jî daxwaza xelkê Herêma Kurdistanê ew e ku mafên wî yên darayî bên dabînkirin.”
Tê nûkirin…