Serok Barzanî û Falih Feyaz dawî pêşhatên Îraq û deverê nîqaş kirin

Serok Barzanî û Falih Feyaz
Serok Barzanî û Falih Feyaz

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Desteya Heşda Şeibî kir û pê re rewşa siyasî û dawî pêşhatên Îraq û deverê nîqaş kirin.

Baregayê Barzanî ragihandinek belav kiriye û tê de amaje daye ku Serok Barzanî îro Çarşem, 4ê Mijdara 2026ê, pêşwaziya Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz kir.

Li gorî wê ragihandinê, di wê hevdîtinê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî û dawî pêşhatên Îraq û deverê li hev guhertin, herwisa ronahî berda ser proseya siyasî ya Îraqê û hevahengiya di navbera aliyan de.