Li Bokanê pêşangeheke mezin a pirtûkan û şêwekarî hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, pêşangeheke mezin a pirtûkan û şêwekariyê hat vekirin. Di vê pêşangehê de, bi dehan hezar bergên pirtûkan bi zimanên Kurdî û Farsî bi daşkandineka taybet tên pêşkêşkirin. Tevî krîza darayî jî, welatî serdana vê pêşangehê dikin û xwendinê wekî pêdivîtiyeka sereke ya jiyanê dibînin.

Li Hola Sîmurxê li ser cadeya Sahîliyê ya bajarê Bokanê, pêşangeheke mezin a pirtûkan ji 31ê Cotmehê ve hatiye destpêkirin û dê heta 20ê Mijdarê berdewam be. 

Di vê pêşangehê de, zêdetirî 60 hezar bergên pirtûkan di warên roman, derûnnasî, dîrok û edebiyata zarokan de bi daşkandina 10 heta 50% hatine berçavkirin. 

Berpirsên pêşangehê bizav kiriye ku pirtûkên piraniya waran dabîn bikin û serdanker jî tekez dikin ku nabe bihabûna bazarê civakê ji pirtûkan vebire.

Di vê pêşangehê de, derfet bo dahênanên ciwanan jî hatiye peydakirin. Tevî dîwanên helbestan û berhemên nivîskarên ciwan jî, 43 tabloyen nîgarkêşiya dîjîtal ji aliyê sê keçên şêwekar ên Bokanî ve hatine nîşandan, ku bala serdankeran kişandiye û ev pêşangeh dewelmendtir kiriye.

Pêşangeha pirtûkan û şêwekariyê li hola Sîmurxê ya Bokanê heta 20ê Mijdarê, hemî rojan tevî rojên bêhnvedanê jî ji seet 8:00 ê sibehê heta 10:00 ê şevê vekirî ye. Tevlîbûyî û serdanker çalakiyên çandî yên bi vî rengî di vê rewşê de wekî pêngaveke girîng bo parastina zimanê Kurdî û hişyariya civakê dibînin.