Şêxê Eşîra Cibûr li Hesekê: Divê nakokiyên siyasî nebin pirsgirêka Kurd û Ereban
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêx û rûspiyên eşîran li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê daxwaz dikin ku zimanê diyalogê bibe bingeh û aştiya civakî ya navbera pêkhateyan were parastin. Her wiha tekez dikin ku daxwazên welatiyan dikarin bi rêya kanalên fermî bigihêjin aliyên peywendîdar û nabe cudahiyên siyasî veguherin nakokiyên di navbera kurd û ereban de.
Li bajarê Hesekê, duh 4ê Mijdarê xwendekarên ku ji bo mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî li ber avahiya parêzgariyê daketibûn qadan, rastî êrişa bi dar û keviran hatin û di encamê de çend kes birîndar bûbûn.
Şêxê Eşîra Cibûr, Şêx Ehmed El-Hemadî di vê derbarê de ji Kurdistan24ê re ragihand, hejmarek ciwan û zarokan xwepêşandan kiribûn û got: “Her çend xwepêşandan mafekî rewa be jî, lê li Hesekê ev gav di heman demê de gelekî hestiyar û metirsîdar e. Heke daxwazên her kesekî hebin, dikare bi rêya parêzgar an jî bi rêya parlamentoyê daxwazên xwe yên rewa bigihîne.”
Şêxê eşîrê hişyarî da ser hewlên alozkirina rewşê û got: “Hinek alî hene dixwazin tevlîheviyê bixin navbera pêkhateyên Hesekê. Rola me wek rûspî ew e ku rê li ber rijandina xwînê bigirin û nehêlin alozî derkevin.”
Şêx Ehmed El-Hemadî tekez kir ku têkiliyên dîrokî yên di navbera kurd û ereban de bihêz in û got: “Di navbera kurd û ereban de bi ti awayî pirsgirêk nîne û çênebûye jî; tenê cudahiya bîr û ramanan di navbera alî û partiyên siyasî de heye.”
Di dawiya axaftina xwe de, Şêxê Eşîra Cibûrê bal kişand ser girîngiya aramiya herêmê û ragihand: “Aramî û ewlehiya parêzgeha Hesekê rasterast bandorê li seranserê Sûriyeyê dike. Pêwîst e pêvajoya tevlîbûn û lihevkirinê bêyî pirsgirêk bigihêje qonaxa dawî, da ku her kesek bigihêje mafên xwe yên rewa.”