Diyarbekir bi dahata salane ya takekesan li rêza 75ê ya bajarên Tirkiyeyê ye
Diyarbekir (K24) – Li gorî lêkolîna Saziya Amaran a Tirkiye ji aliyê dahata takekesî ve Diyarbekir nava 81 bajaran de rêza 75. de ye ku dahata salane ya takekesî ya Diyarbekirê 245 hezar û 24 lîre ye. Karsaz û nunerên saziyên sivîl balê dikêşin hem polîtîkayek dewletê ye ku bajarên herêmê paşmayî bimînin hem jî derfet û dewlemendiyên Diyarbekir baş nayên bikaranîn û ji ber wê yekê jî rewşek wisa derdikeve holê.
Saziya Amaran a Tirkiyeyê derbarê dahatên takekesî ya neteweyî ya bajaran de rêzbendiyekê de dide zanîn ku Diyarbekir nav 81 bajaran de rêza 75. de ye û dahata salane ya takekesî li Diyarbekir 245 hezar û 24 lîre ye. Di heman lêkolînê de bal tê kêşan ku Diyarbekir ji aliyê bihayê hilberînê ve xwedî aboriyek 457 milyar lîre ye û di vî warî de di rêza 23. de ye lê ji aliyê dahatê di rewşeke nebaş de ye. Karsaz balê dikêşin ku divê li Diyarbekir hijmara fabrîqeyan were zêdetirkirin û bi vê yekê ve girêdayî jî bêkarî were kêmkirin.
Serokê Komeleya Cîhana Kar û Pîşesaziya Diyarbekirê (DÎSÎDER) Şehmûs Akbaş di vî warî de ragihand: “Berî her tiştî pêdivî bi planeke mezin û hevbeş ya saziyên fermî û sivîl heye da ku geşepêdana bajêr dest pê bike, divê hijmara kargeha were zêdekirin, divê em bo bêkaran kar bibînin, divê em hilberîna xwe di qada pîşesazî û çandiniyê de zêdetir bikin, her wiha divê dawîlêhatina şer û pevçunan baş were bikaranîn, dema ku çareseriyek mayînde pêk were dê pêşî li geşepêdana aboriya Diyarbekir jî vebibe.”
Li gorî daneyên Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê ve ji aliyê pêşketina civakî û aborî ve jî Diyarbekir nava 81 bajaran de di rêza 66. de ye û nunerên saziyên sivîl balê dikêşin ku paşmayîna Diyarbekir hem polîtîkayeke fermî ya ji berê de ye û hem jî derfet û dewlemendiyên Diyarbekir baş nayên bikaranîn.
Rêveberê Sendîkaya Meclîsa Malnişînan Murtaza Audenîz jî ragihand: “Dewlet bi zanebûnî bajarên vê herêmê paş xistiye, ji ber wê aborîya Diyarbekir paşmayî ye. Gelek kompaniyên ku bi hezaran kes tê de dişixulîn hatin girtin, ez endazyar im ez ji saziya kar û barên avê malnişîn bûme, ez zanim ku tenê %30ê zeviyên Diyarbekir ên bo çandiniyê guncav in tên bikaranîn, %70yê erdê çandiniyê vala ye. Derdora me evqasî bendav hene, baş werin bikaranîn dê hem aboriya Diyarbekir pêş bikeve hem jî dê sudê bide bajarên herêmê jî lê dadperweriya dahatê nîne.”
Li gorî rêzbendiya dahata bajaran Diyarbekir di rêza 75. de ye lê bajarên piştî Diyarbekir tên jî bajarên wek Batman, Bedlîs, Muş, Agirî, Wan û rêza dawiyê de jî Ruha ye ku ev yek bi çaresernebûna pirsa kurd ve jî tê girêdan.