Başak Demirtaş Kolêja Qanûnê temam kir; gelo ew dibe parêzera Selahattin Demirtaş?

Başak Demirtaş û Selahattin Demirtaş
Başak Demirtaş û Selahattin Demirtaş

Navenda Nûçeyan (K24) – Başak Demirtaş a hevjîna Hevserokê pêştir ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş Kolêja Qanûnê temam kir. Her ji niha ve bûye cihê baldarî û nîqaşan ka gelo di paşerojê de ew dê bibe parêzera hevjînê xwe an na, ku di girtîgeha Edirneyê de zîndanî ye.

Başak Demirtaş berê mamosta bû, lê piştî ku Selahattin Demirtaş ket zîndanê, wê dev ji karê xwe berda. Di sala 2023ê de, wê bi temamî dest ji karê mamostatiyê berda û di wê dema de xwe bo ezmûnan amade kir û karî di Kolêja Qanûnê de bê qebûlkerin.

Başak Demirtaş karî xwendina Kolêja Qanûnê li Zanîngeha Yalovayê li Tirkiyeyê temam bike, beriya çend rojan jî wekî parêzera perwerdekirî daxwazeyeke fermî pêşkêşî Baroya Diyarbekirê kir.

Ew tiştê ku niha bûye cihê baldarî û pirsyarê ev e: Gelo di rojên bê de Başak Demirtaş dê erkê parêzerî û berevanîkirina ji hevjînê xwe werbigire yan na.

Hevserokên pêştir ên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag di 4ê Cotmeha sala 2016ê de bi tohmeta têkildariya di dosyaya Kobanê de hatin girtin.

Dosyaya Kobanê piştî wê yekê dest pê kir ku di Cotmeha 2014ê de li Bakurê Kurdistanê xwenîşandanên berfireh bo piştgiya bajarê Kobanê li dijî êrîş û leşkerkêşiya Tirkiyeyê bo ser Rojavayê Kurdistanê bi rê ve çûn; li ser wê dosyayê, Selahattin Demirtaş bi 42 sal û Figen Yuksekdag bi 32 salên zîndanîkirinê hatin cezakirin.

Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sê caran daxwaza azadkirina Selahattin Demirtaş kiriye, lê heta niha ew biryar nehatiye bicihanîn û tê çaverêkirin ku di qonaxên bê yên proseya aştiyê de û piştî damezradina Komîsyona Parlamentoyê bo pêşvebirina proseya aştiyê, hin ji zîndaniyên siyasî bên azadkirin û Selahattin Demirtaş jî dê yek ji wan kesayetan be.