Kompaniya Zomê xelatekê navdewletî bi dest xist

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Zomê ya berhemên spiyatiyan, ku pişta xwe bi berhemê şîrî yê bi hezaran cotkar û xwediyên caneweran ên navxweyî germ dike, xelatê navdar ê "Top Com"ê bo sala 2026ê di warên dîzayna pakêcîngê û awayê nasandina berheman de bi dest xist.

Kompaniya Zomê ya berhemên spiyatiyan îro Pêncşem, 5ê Mijdara 2026ê, xelatê navdewletî yê "Top Com Grand Prix Consumer"ê bi dest xist, ku yek ji xelatên navdar ên navdewletî ye û ji aliyê dezgeha cîhanî ya "Top Com Group"ê ve tê pêşkêşkirin.

Birêvebirê Kompaniya Zomê Ebdulezîz Şêrwanî di daxuyaniyekê de bo Kurdistan24ê aşkere kir ku ev xelatê cîhanî pêşkêşî wan kompaniyan tê kirin ên ku di warên kempeyna reklaman, nasandina berhemên nû, dahênana di dîzayna berg û pakêcîngê de û awayê peywendiya serkeftî ligel bikarîneran de destkeftiyên berçav bi dest xistine.

Di derheqa awayê karkirina wê projeyê de jî, Birêvebirê Kompaniya Zomê zelal kir ku yek ji giringtirîn stûnên karê Zomê komkirina şîrê çêlên cotkar û xwediyên caneweran ên gundan û guhartina wî bo çend cûnên berhemên spiyatiyan ên bilind e, wekî: şîr, mast, penîr, avemast û qeymaxê, bi qebare û tamên cuda cuda; bi vî rengî jî hejmareka bihêz di navbera xwedîkirina caneweran, komkirina şîr û proseya berhemênînê di nav kargehê de bê çêkirin.

Li gorî zanyarên fermî yên wê kompaniyê, niha 28 bingehên wergirtina şîr li deverên cuda cuda çalak in, ev jî bi merema hêsankirinê bo gehandina berhemê rojane yê cotkaran bo bingehan û kêmkirina xerciyan û erkê veguhastinê li ser milê wan, herwisa bi rêya kirîna berdewam a berhemên wan, çavkaniyeka dahatê ya berdewam û parastî bo canewerdaran hatiye dabînkirin.

Ji aliyê bandorên aborî û civakî yên wê projeyê ve, zêdetirî 400 karmendan di projeya Zomê de kar dikin û zêdetirî 3 hezar û 367 cotkaran bi awayekî rasterast ji karên projeyê feyde wergirtiye; herwisa rêjeya wî şîrê ku rojane di bingehan de ji xwediyên caneweran tê wergirtin di Bihara îsal de gehiştiye nêzîkî 40 tonan.

Projeya Zomê di sala 2020ê de hat danîn û di 30ê Gulana 2023ê de bi rengekê fermî ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat vekirin. Ev kargeh dikeve gundê Jajokê yê qezaya Mêrgesorê li devera Barzanê.