Bazara birincê Akrê germ e; îsal zêdetirî 13 hezar tonan hatine berhemanîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi gihandina zêdetir ji 13 hezar tonên berhemê birincê Akrê, ku ji heft cûnên cuda cuda pêk tê, bazara kirîn û firotina vê berhema xwecihî li deverê geş bûye û bihayê kîloyekê di navbera 2 heta 5 hezar dînaran de ye.
Bazara birincê Kurdî germ e û li nik van aşvanan heft cûnên wî tên spîkirin û berhevkirin. Ev ji bod ema du heftiyan e, piştî gehiştin û dirûnê, hemî cûnên birincê devera Akrê gehiştine vê sûkê û kirîn û firotin pê tê kirin.
Li dû datayên Rêveberiya Çandinê, îsal berhemê birincê devera Akrê gehiştiye zêdetir ji 13 hezar tonan û di nav vê sûkê de daxwazeka zêde li ser peyda bûye.
Birincê devera Akrê ji heft cûnan pêk tê; Şeşmehî, Kesnedîtî, Tehalif, Misrî, Bêhndar, Sedrî û Çarmehî. Li dû cûnên wan, bihayê her yek kîloya wan di sûkê de 2 heta 5 hezar dînaran e.
Birincê devera Akrê ji aliyê reng û tam û qebareyên xwe ve ji birincê hemî deverên dî cuda ye, vê yekê jî wesa kiriye ku her sal ligel gehiştinê daxwazeka zêde li ser peyda bibe û her li vê derê her roj ji bo hemî parêzgehên Herêma Kurdistanê û Îraqê û heta ji bo derveyî welatî jî tê şandin.
Ji ber tam, bêhn û kalitiya xwe ya taybet, birincê Akrê ne tenê li Herêma Kurdistanê û Îraqê belkî ji bo derveyî welatî jî tê hinardekirin. Çandina birincî li vê deverê ji bo hejmareke zêde ya cotkaran çavkaniya sereke ya dahatê ye û her sal di demsala dirûnê de tevgereke mezin a bazirganî li sûkê çê dibe.