Li Tirkiyeyê çekdarekî 8 kes kuştin û jinek bi giranî birîndar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Afyonkarahisarê ya Tirkiyeyê, çekdarekî li çend deverên cuda cuda gule li welatiyan reşandin û di encamê de heşt kes hatin kuştin û jinek jî bi giranî birîndar bû. Piştî revînê û pevçûna çekdarî ligel hêzên Cendirmeyan li parêzgeha Eskişehirê, ew tawanbar hat desteskirin.

Li gorî zanyarên ewlehiyê, navê wî çekdarî "Arif Safa Ozdemir" e û jiyê wî 30 sal e. Zincîra êrîşên wî li taxa Osman Gaziyê hatine destpêkirin; herwisa jinek dema diçû dibistanê ku zarokê xwe vegerîne, gule bi giranî li serê wê hatine reşandin û niha di bin çavdêriya giran a bijîşkî de ye.

Herwisa wî çekdarî gule li du mamostayên dibistanê reşandine, bi navên "Ayşe Sena Demir" (46 salî, mamostaya zanistê) û "Hilal Metê" (31 salî, mamostaya dîn), û di cih de her du kuştine, herwisa sê welatî bi navên Ahmet Ozel (57 salî), Bekir Toprak (50 salî) û Numan Toprak (56 salî) jî kuştine. 

Paşê wî çekdarî li gundê "Kıyır"ê di nav otomobîleke din de du hevjînên biemir bi navên Seydi Ahmet Aydogmuş (73 salî) û Sati Aydogmuş (68 salî) bi guleyan kuştine. Herwisa her li nêzîkî wê deverê cenazeyê welatiyekî din jî bi navê Ismail Şen (61 salî) hatiye dîtin.