Li Zaxoyê ji ber lêdana birûskê welatiyekî canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Zaxoyê birûskê li welatiyekî xist û di encamê de wî di cih de canê xwe ji dest da. Polîs termê wî veguhast Bijîşkiya Dadî.

Berdevkê Polîsê Zaxoyê Muqedem Ehmed Remezan ji Kurdistan24ê re ragihand, bûyer serê sibeya îro şemiyê, 7ê Mijdarê, li meydana ajelan a bajêr qewimiye.

Li gorî gotina berdevkê polîs, kesê canê xwe ji dest daye 32 salî ye û bi mebesta kirîna ajelan serdana bazarê kiribû .

Muqedem Ehmed Remezan diyar kir jî, piştî bûyerê, yekser termê wî welatiyî bo beşa Bijîşkiya Dadî ya Zaxoyê hat veguhestin.

Di werzên payîz û biharê de ji ber guherînên bilez ên keşûhewayê û peydabûna ewre û brûskên bihêz, li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê, salane bûyerên bi vî rengî dubare dibin. Piraniya qurbaniyên van bûyeran ew kes in ku di dema baran û birûskê de li cihên vekirî, zozan, deşt û meydanan dimînin.

Aliyên pêwendîdar û pisporên keşnasiyê bi berdewamî hişyariyê didin welatiyan ku di dema jenîna birûskê û nearambûna keşûhewayê de, ji cihên vekirî, darên bilind, stûnên elektrîkê û bircên pêwendiyan dûr bikevin, da ku canê wan ji xetereya birûskan parastî be.