Li Diyarbekirê li ser travmayên civakî yên Kurdan sempozyumek hat lidarxistin
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê derbarê travmayên civakî yên kurdan de sempozyumek hat li darxistin. Di semzpozyumê de derbarê karesatên hatine serê kurdan de pêşkêşiyên zanistî hatin kirin û derûnnasan bi taybetî bal kêşandin ser pirsgirêka zimanê zimakî û dan zanîn ku zarokên bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê nebînin nêzîkî tawanan dibin, jixwebawrtbûna wan qels dibe û perwerdehiyê paş de dimînin.
Li Diyarbekirê bi hevkariya Komeleya Xebatên Travmayê û Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir sempzoyumek bi navê Mafê Aaxaftinê, Bîra Civakî, Şahidî û Travmayê hat li darxistin.
Di sempzoyumê de ji gelek aliyan ve bi çaresernebûna pirsa kurd ve girêdayî karesatên hatine serê kurdan û bandora van karesat û sitemkariyan li ser derûniya civakî hatin niexandin. Derûnnasan amaje kirin ku divê kurd travmayên xwe bi hevre parve bikin û di vê çarçoveyê de jî hişmendiyek yekgirtî derbixin holê da ku bikaribin travmayên xwe derman bikin.
Derûnnas Dr. Azad Dildar Gundercî di vî warî de ragihand: “Travmayên kurdan yên kollektîf in, ev travmayên kollektîf bi xwe nexweşiyan jî tînin, dema kurd bikaribin bi awayeke hevgirtî û yekgirtî van travmayan vebêjin wê demê dikarin bi awayeke ji berê xurttir jiyana xwe bidomînin.”
Beşdarên sempozyumê bal kêşandin ser têkiliya qedexekirina zimanê zikmakî û dêruniyê jî û dan zanîn ku zarok dema ji zimanê xwe yê zikmakî dur bikevin bêhtir krîmînalîze dibin û nêzîkî tawanan dibin, ji perwerdehiyê jî sar dibin.
Derûnnas Siyabend Aslan jî got: “Ev pirsa axaftina zimanê zikmakî ne tenê pirsa vê salonê ye, pirs ew e ku divê kurd her derî bi zimanê xwe biaxifin, divê li saziyên dewletê jî bi zimanê xwe biaxifin, wê demê wê kurd ji xwe bawer bin û wê travmayên xwe derman bikin.”
Pispor balê dikêşin ku dema zarok û ciwan bibin şahidê mirin û pevçûnan, ji axa xwe koçber bibin û nekaribin zimanê xwe biaxifin ev yek dibe travmayek civakî û divê kurd van travmayên xwe parve bikin û bi bîr bînin.