Hewlêr û Bexda 4 pirsên girîng nîqaş dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo nîqaşkirina pişka Herêma Kurdistanê di budceya 2027ê de, dosyaya petrolê, dahatên navxweyî û sîstema Asycudayê îro li bajarê Bexdayê ligel berpirsên Hikûmeta Îraqê dicive.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Şivan Cebbarî got ku şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê nîvroya îro Yekşem, 8ê Mijdara 2026ê, ligel şandeke bilind a Hikûmeta Îraqê bicive.
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji kesên li jêr pêk tê:
1. Dr. Omêd Sabah: Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê (Serokê Şandê).
2. Kemal Mihemed: Wezîrê Elektrîkê û Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî bi wekalet.
3. Dr. Ebdulhekîm Xesrew: Serokê Fermangeha Hevahengî û Şopandinê li Encûmena Wezîran.
4. Dr. Şaxewan Ebdullah: Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê.
5. Faris Îsa: Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê.
Şanda Hikûmeta Federalî ya Îraqê ji kesên li jêr pêk tê:
1. Mihemed Temîm: Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Plandanînê yê Îraqê (Serokê Şandê).
2. Falih Sarî: Wezîrê Darayî yê Îraqê.
3. Heyan Ebdulxenî: Cîgirê Serokwezîrê Îraqê ji bo Karûbarên Enerjiyê.
4. Emar Subhî Meşhedanî: Serokê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federalî.
Peyamnêrê K24ê amaje jî da ku ew civîn dê li Encûmena Bilind a Aborî bê kirin û tê de danûstandin dê li ser çar pirsên sereke bên kirin, ew ev in: pişka Herêma Kurdistanê di qanûna budceya sala 2027ê de, bicihanîna sîstema Asycudayê, dosyaya petrolê û pirsa dahatên navxwe û deriyên sînorî.
Li gorî bingehên qanûnî, divê budce li ser bingeha hejmara xwecihên Îraqê bê parvekirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî berdewam tekez dike ku divê budceya Herêma Kurdistanê li gorî amarên serhejmêriyê be, anku rêjeya %14.14 ji budceya giştî jê re bê terxankirin.
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, heta niha ti lihevkirinek li ser pişka Herêma Kurdistanê nehatiye kirin. Hikûmeta Îraqê pişka Kurdistanê bi %12.67 diyar kiriye û şertê hinardekirina 450 hezar bermîlên petrolê yên rojane li ser Herêma Kurdistanê sepandiye. Li beranberî wê yekê jî, Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku pişka wê di budceya giştî ya Îraqê de %14 be û şanda wê tekez kiriye ku ew nikarin rojane 450 hezar bermîlên petrolê hinarde bikin.
Her li gorî zanyaran, Hikûmeta Îraqê di budceya sala 2027ê de, 13 trîlyon dînar ji bo Herêma Kurdistanê diyar kirine û ev hejmara pereyî jî têra mûçe û xerciyên wê nake.
Ji aliyekî din ve jî Kurdistan24ê zaniye ku dahata Îraqê ji bo sala 2027ê bi 174 trîlyon dînaran hatiye xeminandin û xercî jî digihêjin 217 trîlyon dînaran. Bi vî rengî jî bi bihayê 43 trîlyon dînaran kurtanîn di budceyê de çê dibe û biryar e ku hikûmet bi rêya qerzên navxwe û derve tijî bike.
Li dawiyê jî dema ku Encûmena Wezîran wê projeqanûnê dipejirîne, ji bo Parlamentoya Îraqê bi rê dike daku deng li ser wê bê dan û bibe qanûn.