Serokê Herêma Kurdistanê zirarên lehiyê Hewlêrê dişopîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê di peywendiyeke telefonî de ligel Parêzgarê Hewlêrê bi hûrî bandor û zirarên lehiya şeva borî li Hewlêrê şopandin; herwisa tevî xwestina sersaxiyê ji bo kesûkarên qurbaniyan, aliyên peywendîdar raspartin ku bi lez hemî alîkarî û pêdivîtiyan pêşkêşî zirardîtiyan bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşem, 8ê Mijdara 2026ê, di peywendiyeke telefonî de ligel Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw bandorên lehiya şeva borî ya Hewlêrê şopandin, herwisa zirarên wê lehiyê, bi taybetî jî zirarên welatiyan, nîqaş kirin.
Tevî diyarkirina hevxemiya xwe û xwestina sersaxiyê ji bo malbat û kesûkarên qurbaniyên wê lehiyê, Serokê Herêma Kurdistanê herwisa Parêzgarê Hewlêrê û aliyên peywendîdar ji bo pêşkêşkirina hemî hevkarî û alîkariyên pêdivî ji bo lêqewimiyan û zirardîtiyan raspartin, herwisa avêtina pêngavên pêdivî ji bo çareserkirina şûnwarên wê lehiyê.
Parêzgarê Hewlêrê jî ji aliyê xwe ve zelalkirinek li ser rewşê, qebareya ziraran û wan rêkarên ku hatine bicihanîn pêşkêş kir, herwisa rêz û spasî ji bo Serokê Herêma Kurdistanê tekez kirin, ji ber şopandin û pûtedana wî ya berdewam bi rewşa welatiyan û zirardîtiyan.
Piştî rûdana lehiya giran a ku di encama baraneka xurt de li Hewlêrê çê bû û bû sedema mirina çend kesan û zirarên mezin ên madî, Serokê Herêma Kurdistanê bi rêya peywendiyeka telefonî rasterast rewşê dişopîne û tekezê li ser spartina hemî tîman ji bo alîkarîkirina welatiyan dike.