Serok Barzanî sersaxiyê ji hunermend Birader Mûsikî re dixwaze

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî di peyameke hevxemiyê de sersaxî ji hunermendê navdar ê Kurd Birader Mûsikî û malbata wî re xwest, ji ber wexera dawiyê ya Erdalê kurê wî, herwisa hevxemiya xwe ya zêde jî ji bo wî û kesukarên wî anî ziman.

Baregayê Barzanî îro Yekşem, 8ê Mijdara 2026ê, ragihand ku Serok Mesûd Barzanî ji ber wexera dawiyê ya Erdalê kurê hunermendê navdar ê Kurd Birader Mûsikî peyameke hevxemiyê belav kir.

Peyama hevxemiyê ya Serok Barzanî ji bo hunermend Birader Mûsikî

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi xemgîniyeke mezin, nûçeya koça dawî ya (Erdal)ê kurê hunermendê ezîzê Kurd (Birader Mûsikî) gihîşt min. Sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî hunermend Birader Mûsikî û malbat û kesûkarên wan dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. 

Ji Xwedayê Mezin dixwazim ku giyanê Xwedê jêrazî Erdal bi behiştê şa bike û hedar û aramiyê bide bavê wî û malbata wan.

Îna Lîlah We Îna Îleyhî Racîon (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

 

Mesûd Barzanî

8ê Mijdara 2026ê