Daner Ebdulxefar: Serdana Mesrûr Barzanî dîtina Bexdayê guherand
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Iraqê de ragihand, serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya bo paytexta Iraqê encamên gelekî baş û erênî bi xwe re anîne û di hevdîtinan de hevtêgihiştinên girîng hatine bidestxistin.
Berdevkê Fraksiyona PDKyê di Parlamentoya Iraqê de Daner Ebdulxefar îro 9ê Mijdarê tekez kir, di civîn û hevdîtinên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yên li Bexdayê de, encamên berbiçav di berjewendiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine wergirtin û her du alî gihîştine hevtêgihiştineke pir baş.
Daner Ebdulxefar her wiha da zanîn ku ev serdan di demek gelekî hestyar û giring de pêk hat û bû sedem ku nerîn û niyeta neyînî ya Bexdayê ya li hemberî Herêma Kurdistanê were guhertin; bi vî awayî di hemû civînan de derencamên erênî derketin ku hemû di xizmeta xelk û saziyên Herêma Kurdistanê de ne.
Ev daxuyaniya nûnerê PDKê piştî wê yekê hat, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî gihîşte Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî derbarê mafên destûrî, para Herêma Kurdistanê di budceyê de û çendîn mijarên din ên çarenivîssaz civiya.
Ev serda di nava îsal de, duyemîn serdana fermî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya bo Bexdayê ye. Serdana wî ya yekem di Gulana borî de pêk hatibû ku ji bo bihêzkirina peywendiyên siyasî û nirxandina dosyayên hevbeş ên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatibû encamdan.