Sebah Numan: Hêzên Tirkiyeyê heta dawiya îsal ji kampa Zêlkanê vedikêşin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand, pêvajoya vekişîna qonax bi qonax a hêzên Tirkiyeyê ji kampa Zêlkanê ya li devera Başîqeyê di nava vê mehê de dest pê dike û heta dawiya îsal dê hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li wî binkeyî bi temamî bidawî bibe.
Berdevkê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar Sabah Numan îro 9ê Mijdarê ji kanala televîzyonê ya fermî ya Iraqiyeyê re ragihand, qonaxên radestkirina kampa Zêlkanê di nava vê mehê de dikevin warê cîbicîkirinê. Her wiha da zanîn ku li gorî planê, di dawiya îsal de yan jî di destpêka sala bê de, ev kamp dê bi temamî radestî hêzên ewlehiyê yên Iraqê bê kirin.
Sabah Numan aşkere kir, komîteyeke hevbeş a ewlehiyê di navbera Iraq û Tirkiyeyê de dest bi xebatên xwe kiriye, ji bo temamkirina proseya radestkirina kampê û bihêzkirina tedbîrên ewlehiyê li Şingalê. Her wiha destnîşan kir jî, ev komîte ji nûnerên her du welatan pêk tê û dê di rojên pêş de xebatên xwe leztir bikin, da ku di dema diyarkirî de dosya bê girtin û kontrola kampê bikeve destê artêşa Iraqê.
Li gorî gotina berdevkê serbazî yê Iraqê, çalakkirina vê komîteya hevbeş berhema wê hevtêgihiştinê ye ku di hevdîtina 23yê Îlona borî de li New Yorkê di navbera Serokwezîrê Iraqê û Serokomarê Tirkiyeyê de pêk hatibû. Ev rêkeftin li ser çar xalên sereke ava bûye: kûrkirina hevkariya ewlehî û stratejîk, serweriya dewleta Iraqê li Şingalê, vekişîna qonax bi qonax a hêzên Tirkiyeyê ji kampa Zêlkanê û bihêzkirina peywendiyên aborî.
Sabah Numan her wiha diyar kir ku ev pêşketin piştî rêkeftinên dawî yên li Şingalê leztir bûye, nemaze piştî ku dosyaya ewlehiyê radestî artêşa Iraqê hat kirin, çek hatin kontrolkirin û endamên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û komên din ên çekdar di nav damûdezgehên ewlehiyê yên Iraqê de hatin birêxistinkirin. Her wiha tekez kir ku van pêngavên dawî yên li Şingalê, bawerî daye aliyê Tirkiyeyê ku pabendî sozên xwe yên vekişîna ji kampa Zêlkanê be.