Li Qamişlo ji bo zarokên li ser erdê dixwînin kampîna 'Bo Her Zarokekî Maseyek' hat destpêkirin

Qamişlo (K24) – Ji ber kêmasiya pêdiviyên xwendinê û nebûna maseyan li dibistanên bajarê Qamişloyê, hejmarek ji ciwan, keç û xortên bajêr bi hevkariya xêrxwazan kampîneke xwebexş a bi navê "Bo her zarokekî maseyek" dan destpêkirin, da ku maseyên xwendinê ji bo şagirtan dabîn bikin.

Li hejmarek ji dibistanên Qamişloyê, xwendekar ji ber nebûna mase û kursiyan neçar in li ser erdê û li ser doşekên zirav rûnin û dersên xwe bixwînin. Tevî sermaya zivistanê û nebûna mazota germkirinê, zarok di rewşeke zehmet de pênûs di destên xwe yên cemedî de digirin û hewl didin perwerdeya xwe bidomînin.

Rêvebira dibistanê Xanê Hesarî li ser kêmasiyên heyî destnîşan kir ku rewşa dibistanê gelekî xirab e û got ku ava vexwarinê ya paqij nîne, maseyên xwendinê kêm in û pirtûkên wan bi temamî nehatine dabînkirin. Hesarî aşkere kir ku pirtûk bi hejmarên pir kêm tên şandin, di demekê de ku tenê li dibistana wan nêzîkî hezar û 200 xwendekar hene ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye.

Ji bo kêmkirina van astengiyan, tîmeke ciwanan dest bi çêkirina maseyan kirine û wan li dibistanên hewcedar belav dikin. Rêvebera kampînê Îman Îbrahîm diyar kir ku dema wan dît zarokên wan û xwendekar li ser erdê û di nava sermayê de rûdinin, wan biryar daye alîkariyê bikin. Her wiha got ku wan di destpêkê de plana dabînkirina maseyan ji bo polek an du polan danîbû, lê piştî dîtina hewcedariya zêde, wan çarçoveya xebata xwe berfirehtir kiriye da ku bigihîjin bêtir zarokan.

Li gorî zanyariyan, rewşa xizmetguzariyê ya gelek dibistanên bajêr nebaş e û hejmareke mezin a koçberan jî di beşek ji avahiyên dibistanan de bi cih bûne ku ev yek jî dibe astengiyek li pêşiya proseya xwendinê. Her wiha tevî ku nîvê werzê xwendinê derbas bûye, hîn jî pirtûk bi temamî li hemû dibistanan nehatine dabeşkirin û mazota germkirinê ya pêwîst jî nehatiye dabînkirin.