Mesrûr Barzanî: Bexdayê soz daye me ku mûçe dê misoger û berdewam be
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku berpirsên Bexdayê soz daye wan ku şandina mûçeyên fermanberan dê berdewam be. Her wiha got ku niha Parlamentoya Kurdistanê çalak e û deriyê wan ji bo danûstandinê ji hemû aliyên siyasî re vekirî ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 10ê Mijdarê serdana Odeya Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê kir û ligel Wezîrên Navxwe û Şaredariyan û Parêzgarê Hewlêrê civiya. Piştre di konferanseke rojnamevanî de bal kişand ser encamên karesata sirûştî ya li Hewlêrê, pirsa mûçe û budceyê, pêkanîna hikûmetê û êrîşên li ser kêlgeha gaza Kormorê.
Qerebûkirina ziyanlêketiyên lehiyê
Di destpêka konferansê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî li malbatên wan her du welatiyên ku ji ber lehiya van rojên borî ya Hewlêrê canê xwe ji dest dabû kir û ragihand: “Em ê lêkolînê li ser sedemên karesatê bikin, da ku bizanin heger kêmasî yan xemsariyek hebe, em rêkarên pêwîst pêk bînin.”
Her wiha piştrastî da ku piştî temambûna nirxandinan li ser qebareya ziyanan, hikûmet dê hewleke cidî ji bo qerebûkirina ziyanlêketiyan bide. Di vê çarçoveyê de spasiya hêzên Pêşmerge, dezgehên ewlehiyê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hemû wan aliyan kir ku bi hewara lêqewimiyan ve çûbûn. Her wiha bang li welatiyan kir ku pabendî rênimayan bin û di paqijragirtina menhol û kolanan de bibin alîkar da ku pêşî li dubarebûna lehiyê were girtin.
Soza Bexdayê ya derbarê mûçe û dahata navxweyî de
Derbarê pirsa budce û mûçeyan de, Mesrûr Barzanî da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin zexteke mezin de ye; ji ber ku ji aliyekî ve dixwaze baştirîn xizmetguzariyan pêşkêşî welatiyên xwe bike, lê ji aliyekî din ve jî divê hemû dahat tenê ji bo dabînkirina mûçeyan bo Bexdayê bê dayîn. Her wiha got: “Mûçe bi tena serê xwe ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ne bes e, belkû ji bo dabînkirina amûrên pêwîst û cîbicîkirina projeyên xizmetguzariyê, pêwîstiya me bi pişkabudceyeke guncaw heye.”
Li ser serdana xwe ya duh a bo Bexdayê jî, Serokê Hikûmetê aşkere kir ku wan ji bo misogerkirin û berdewamiya dayîna mûçeyan sozên dilxweşker wergirtine, her wiha derbarê dahatên nenewtî de jî gihîştine hevtêgihiştineke baş; lê tekez kir ku dosyeya petrolê wekî pakêtekê maye û hîna xalên nakok di navbera wan de hene.
Êrîşên li ser Kormorê û komîteya lêkolînê ya hevbeş
Di bersiva pirsa peyamnêra Kurdistan24ê ya derbarê êrîşên li ser kêlgeha Kormorê de, Mesrûr Barzanî ragihand ku ew ligel Bexdayê hevnêrîn in ku nabe êrîşên bi vî rengî dubare bibin û ev êrîş ji aliyê Serokwezîrê Îraqê ve jî bi tundî hatiye şermezarkirin. Her wiha got: “Ji aliyê Serokwezîrê Îraqê ve komîteyeke hevbeş hatiye pêkanîn û duh ji bo lêkolînê çûne cihê rûdanê. Daxwaza me ew e ku kengî encamderên êrîşê hatin eşkerekirin, divê rûbirûyî cezayê yasayî bibin.”
Pêkanîna hikûmetê û helwesta Amerîkayê
Derbarê danûstandinên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rûniştina ligel aliyên siyasî de, Mesrûr Barzanî teqez kir: “Deriyê me ji bo danûstandina bi her aliyekî re vekirî ye ku bixwaze; niha parlamentoyeke me ya çalak heye ku ji bo hemû aliyên siyasî cihê gotûbêjê ye.”
Li ser helwesta Amerîkayê jî, Serokê Hikûmetê behsa wê yekê kir ku wî ligel berpirsên Amerîkî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Tom Barrack gotûbêj kiriye; Washington piştgiriya Herêmeke Kurdistanê ya bihêz û yekgirtî dike, ji ber ku ew di wê baweriyê de ne Herêmeke xweragir dê bibe alîkar ji bo aramî û pêşxistina tevahiya Îraqê.