Li New Yorkê avahiyek hilweşiya: 19 kesan canê xwe ji dest da û birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê, di encama herifîna avahiyeke sê qatî de herî kêm 2 kesan canê xwe ji dest da û 17 kesên din jî birîndar bûn. Tîmên rizgarkirinê ji bo derxistina kesên ku di bin kavilan de asê mane, hewldanên xwe didomînin.

Bûyer îro 12ê Mijdarê li taxa Flatbushê ya ser bi herêma Brooklynê rû da. Li gorî zanyariyên destpêkê, ji ber hilweşîna avahiyeke sê qatî 2 kesan canê xwe ji dest daye û 17 kesên din jî birîndar bûne.

Berpirsên bajêr ji kanala CNNê re ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya 4 ji birîndaran giran e, lê rewşa 12 birîndarên din cîgir e. Rayedaran her wiha da zanîn ku herî kêm 7 ji birîndaran zarok in.

Tîmên agirkujî û berevaniya sivîl li cihê bûyerê bênavber dixebitin da ku xelkê rizgar bikin û wan ji bin bermahiyên avahiyê derxînin.

Hat diyarkirin ku tîmên rizgarkirinê ji ber metirsiya hilweşîna parçeyên din ên avahiyê rastî astengiyên mezin tên. Beşek ji avahiyê bi ser avahiya cîran de hilweşiyaye û di encamê de xelk di her du cihan de asê mane. Ji ber vê yekê, berpirsên rizgarkirinê ev operasyon wekî proseyeeke "pir metirsîdar" bi nav kir.

Li gorî tomarên fermî yên bajarê New Yorkê, ev avahiya sê qatî di sala 1930î de hatiye avakirin; çar beşên wê wekî cihê niştecîhbûnê (mal) û beşek jî ji bo karên bazirganiyê dihat bikaranîn û di avahiyê de ti asansor nîne.