Hostayekî Silêmaniyê otomobîlên ziyandîtî yên Hewlêrê bêpere çêdike

Navenda Nûçeyan (K24) – Di gaveke mirovî û hevgirtina niştimanî de, hostayekî pîşesaziya tamîrkirina otomobîlan li bajarê Silêmaniyê biryar da ku beşek ji otomobîlên ku di lehiya vê dawiyê ya Hewlêrê de ziyan dîtine, bêpere û bi awayekî dilxwazî çêbike.

Hostayê pispor Pêşrew Tarîq, ku li qada Pîşesaziya Silêmaniyê dikaneke tamîrkirina wesayîtan bi rê ve dibe, ev pêngav wekî erkekî mirovî, berpirsyariyeke civakî û hevxemiyek ji bo wan malbatan binav kir ên ku ji ber lehiyê rastî zirareke mezin a madî hatine.

Hosta Pêşrew Tarîq derbarê destpêşxeriya xwe de da zanîn ku ew amade ye di çarçoveya şiyan û karîna xwe de, ji bo 15 heta 20 otomobîlên xelkê ziyandîtî yên Hewlêrê karê PDR, boyaxkirin û rastkirina hesinvaniyê bêberamber bike.

Hosta Pêşrew her wiha hêvî xwest ku ev gava wî bibe mînak û teşwîqek ji bo kesên din, karsaz û hemû xelkê bajar û navçeyên Kurdistanê, da ku her kes li gorî şiyana xwe destê hevkariyê dirêjî lêqewimiyên vê karesata siruştî bike û beşek ji barê gir ê ser milê wan sivik bike.