Bi amadebûna Mesrûr Barzanî qonaxa duyem a Kembera Kesk a Hewlêrê dest pê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî qonaxa duyem a projeya Kembera Kesk a Hewlêrê dest pê dike ku tê de rûberê 11 hezar donim erd tê keskkirin û nêzîkî milyon û 800 hezar dar tên çandin.
Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Konsulê Yûnanistanê, îro 15ê Mijdara 2026an qonaxa duyem a projeya Kembera Kesk a Hewlêrê li gundê Gezeneyê yê li ser rêya sereke ya Hewlêr - Dihokê û li gundê Sîbîranê yê li ser rêya Hewlêr - Xebatê dest pê dike.
Di vê qonaxê de, dê rûberê 11 hezar donim erd were keskkirin, sê pondên (golên avê) avdaniyê li xwe digire û dê darên zeytûn û fistiqan bên çandin.
Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Hewlêrê piştrastî daye ku di vê qonaxê de jî wekî qonaxa berê, dê mafê cotkar û xwediyên zeviyan were parastin û bên qerebûkirin. Ev proje ji aliyê kompanyaya xwemalî ya "Doskî Holding" ve tê cîbicîkirin.
Qonaxa yekem a projeyê di 30ê Cotmeha 2025an de hatibû cîbicîkirin, tê de nêzîkî 700 hezar dar hatibûn çandin û bi serkeftî bi dawî bûbû. Biryar e di qonaxa duyem de jî nêzîkî 1 milyon û 800 hezar dar bên çandin ku hemû şitlên wan ji Yûnanistanê tên kirîn.
Kembera Kesk a Hewlêrê bi şêweyekî bazneyî li derdora bajarê Hewlêrê û li pişt Cadeya Bilez a 150 Metrî tê cîbicîkirin. Firehiya kemberê du kîlometre ye û bi giştî nêzîkî heft milyon dar tê de tên çandin.
Armanca sereke ya vê projeyê ew e ku wekî mertaleke sirûştî û pişikên bajarê Hewlêrê kar bike, jîngehê biparêze û rûberê keskahiyê zêde bike; ev yek jî gavek e ji bo rûbirûbûna guherînên keşûhewayê.