Li Diyarbekirê jinan bi duçerxeyan banga rawestandina tundiya ser jinan kir
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê jinan bo balkêşana ser tund û tundûtûjiya ser jinan, çalakiya duçerxeyê li darxistin. Jinan li nava Diyarbekirê bi duçerxeyên xwe bang kirin ku êdî bila tundiya ser jinan bi dawî bibe, Her wiha dan zanîn ku di meha borî de 20 jin hatine kuştin ku di vî warî de divê hemû saziyên sivîl û fermî bi awayeke hevaheng tevbigerin.
Ji aliyê Platfroma Jinan a Dîcle Amedê ve li Diyarbekirê bo pêşîlêgirtina tundiya ser jinan çalakiyek cawaz û rengîn hat li darxistin. Jin ji bo ku bi duçerxeyên xwe li nava bajêr geştê bikin û balê bikêşin ser tundiya hember jinan hatin cem hev. Jinan amaje kirin ku ew dixwazin êdî tundiya ser jinan bi dawî bibe, bo vê yekê hemu cure bergirî werin standin. Civaknasan jî bal kêşandin ku girîng jin bikaribin bi awayeke azad û bi aram di hemu qadên civakê de cih bigirin.
Civaknas Eylem Kaya: “Em dixwazin hişmendiyekê ava bikin, em dixwazin tundiya ser jinan bi dawî bibe, ji bo wê yekê heta 25ê vê mehê emê çalakiyan bikin, wê çalakiyên me bidomin, mehekê de 20 jin hatin kuştin, eger 20 jin hatibin kuştin ev ne tenê pirsgirêka jinan e, jinên kurd gelek êş û azar kêşane.”
Jinên ku bi duçerxeyên xwe li kuçe û kolanên Diyarbekirê bal kêşandin ser tundiya hember jinan bi diruşmeyên wek jin jiyan azadî çalakiya xwe berdewam kirin. Jinan amaje kirin ku di civakekê de tundî li ser jinan berdewam be û pêşî lê newe girtin dê pêşeroja wê civakê jî di bin xeterê de be.
Çalakvan Mercan Tekîn: “Bila mêr destê xwe ji ser jinan bikêşin, am dixwazin azad bijîn.”
Çalakvan Çîlem Akkaya: “Ji bo ku balê bikêşin ser tundiya hember jinan emê bi duçerxeyên xwe çalakiyê bikin.”
Çalakvan Zeynep Issi: “Mirov çi bide hevalê xwe ew li me vedigere, mirov tudniyê bide tundî vedigere, mirov başiyê bide başî vedigere, em naxwazin xirabî çêbibe.”
Çalakiya jinan li Qada Şêx Seîd bi dawî bû, jinan dan zanîn ku dê çalakiyên jinan heta 25ê Mijdarê Roja Pêşîlêgirtina Tundiya Ser Jinan a Cîhanî berdewam be.