Kerkûkî: Biryara Dadgeha Federal çaverêkirî bû, nedibû gilî bihata tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polêtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî tevahiya hewlên dabeşkirina Herêma Kurdistanê red dike û daxwazê ji parlamenterên partiyên din dike ku vegerin hola parlamentoyê. Herwiha dibêje, "me dizanî" ku Dadgeha Federal dê daxwaza rawestandina karên parlamentoyê red bike.

Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Kemal Kerkûkî îro 15ê Mijdara 2026an, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, helwesta PDKê zelal û aşkere ye û her tim Serok Barzanî û PDKê jî daxwaz ji hemû aliyan kiriye ku parlamenter biçin parlamentoyê û karên xwe bi duristî bikin, da ku xizmeta Herêm û gelê Kurdistanê bikin û wê sûnda ku xwarine cîbicî bikin.

Derbarê egera dabeşbûna Herêma Kurdistanê de, Kemal Kerkûkî amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê li gorî destûrê yek herêm e û ti hewlek di wê rêyê de biser nakeve.

Derbarê pêwendiyên wan ên ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, Kemal Kerkûkî da zanîn ku erk û mafê YNKê ye wekî PDK û hemû aliyên din xizmeta xelkê Kurdistanê bike. Got jî, ew baş dibînin ku hemû alî bi hev re li Parlamentoya Kurdistanê rûnin. Kes daxwazê ji wan nake ku wekî PDKê biaxivin, lê mafê wan e li wir nêrîna xwe bi rêkûpêkî bînin ziman.

Derbarê biryara îro ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya ji bo redkirina daxwaza hilweşandina rûniştina Parlamentoya Kurdistanê û rawestandina karên parlamentoyê, wî endamê Polîtburoya PDKê destnîşan kir ku ew biryar ji bo wan pêşbînîkirî û diyar bû, ji ber ku mijar bi madeya destûrî ve girêdayî ye. Aşkere kir jî, li seranserê cîhanê piştî hilbijartinan her aliyê ku piraniya dengên nav parlamentoyê bidest bixe, dikare serokatiya parlamentoyê deyne, komîteyan ava bike, çavdêriya hikûmetê bike, baweriyê bide hikûmetê û yasayan derbixe yan jî sererast bike.

Herwiha Kemal Kerkûkî tekez kir ku ew rewş ji bo wan zelal û aşkere bû û mixabin nedibû ew aliyên ku gilî tomar kirine, vî karî bikin.

Di derbarê pirsa du kargêrî (du-îdareyî) de, Kemal Kerkûkî got ku xelkê Kurdistanê, yasa û destûr vê yekê pesend nakin. Her wiha hêvî xwast ku hemû alî vegerin ser rêya rast û bi hev re xizmeta Herêma Kurdistanê û gelê xwe bikin, ji ber ku hîn jî gelek erk li pêşiya wan hene û nabe ti alî û kesek bibe sedema parçebûn û jihevketinan.

Daxuyaniya Kemal Kerkûkî di demekê de ye, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro bi piraniya dengan herdu daxwazên bilez (263 û 264) ên YNK û Tevgera Newey Niwê ji bo rawestandina encam û biryarên rûniştina 4ê Mijdarê ya Parlamentoya Kurdistanê red kirin.

Di rûniştina 4ê Mijdarê de, piştî zêdetirî du salan ji hilbijartina xula şeşem, Parlamentoya Kurdistanê bi amadebûna 52 parlamenteran civiya û desteya serokatiya hertimî bi serokatiya Vala Ferîd, cîgirê wê Ramî Nûrî û sekretera parlamentoyê Muna Qehweçî hilbijart; vê yekê jî nerazîbûna YNK û Tevgera Newey Niwê li pey xwe anî.