Fransa piştgiriyê dide yek Herêma Kurdistanê ya hevgirtî

Hêmin Hewramî û Emmanuel Mignot
Hêmin Hewramî û Emmanuel Mignot

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Hêmin Hewramî û Konsulê Giştî yê Fransayê Emmanuel Mignot îro civiyan; Konsulê Fransayê piştevaniya welatê xwe ji bo çalakkirina qanûnî ya Parlamentoya Kurdistanê û diyaloga navxweyî nîşan da.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî îro Yekşem, 15ê Mijdara 2026ê, pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Emmanuel Mignot kir. Di vê hevdîtinê de, herdu aliyan bala kişand ser pêşhatên siyasî yên dawiyê û bi taybetî pirsa çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên siyasî.

Herdu aliyan herwisa bal kişand SER rewşa Parlamentoya Kurdistanê û tekez hate kirin ku çalakkirina parlamentoyê piştî du salan ji hilbijartinan, li gorî hemî rêkarên qanûnî û peyrewî hatiye kirin û ev pêngava qanûnî ji bo rêkxistina karan pêdivî hate dîtin. Herwisa helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê hate berçavkirin ku ew bi temamî pabendî peyama Serok Barzanî ne ji bo kirina danûstandinan û diyalogê di navbera PDK û YNKê de.

Konsulê Giştî yê Fransayê jî ji aliyê xwe ve tevî amajedana bi peywendiyên dîrokî û dêrîn ên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de, helwesta welatê xwe dubare kir û ragihand ku Fransa çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê wekî karekî qanûnî dizane. Hevdem piştgiriya xwe ji bo berdewambûna danûstandinan û diyaloga di navbera PDK, YNK û aliyên siyasî de bi merema dîtina çareseriyan nîşan da.

Konsulê Fransayê tekez li ser wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê ya bihêz û yekgirtî di berjewendiya gelê Kurdistanê û Fransayê de ye û welatê wî berdewam piştgiriya qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqê de dike. Herwisa herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêşhatên siyasî yên vê dawiyê yên Îraqê û deverê jî li hev guhertin.