Berdevkê PDKê: Em zemîneyê bo civîna ligel YNKê xweş dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) radigihîne ku bizavên ji bo parvekirina qewareya Herêma Kurdistanê bi destê navxweyî ji peymana "Sykes-Picot" karesatbartir e, herwisa tekez dike ku kilîta çareseriya pirsgirêkan li navxweya Herêma Kurdistanê ye ne bi rêya Bexdayê, û bizav jî ji bo bicihanîna destpêşxeriya Serok Barzanî berdewam in.
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed îro Yekşemê, 15ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê bal kişand ser dawî pêşhatên siyasî û hizra du-îdareyiyê, bersiva wan gotgotkan jî da yên ku behsa bizavên ji bo parvekirina Herêma Kurdistanê dikin û ragihand: "Gelê Kurd zêdetirî sedsalekê ye û ji sala 1916ê ve gazin ji desthilatên herêmî û welatên biyanî (wekî Fransa, Brîtanya û Rûsya) heye, ku axa Kurdistanê parçe kiriye. Vê yekê jî birîneke kûr di dîroka neteweya me de çê kiriye, ku bi hêsanî nayê dermankirin."
Berdevkê PDKê hişyarî jî da û got: "Bi ti awayî di lojîk û aqil de nayê qebûlkirin ku di vê qonaxê de bi destê xwe bên vê pişka Kurdistanê jî ku yekparçe ye bikin du parçe yan du herêm. Eger dagirker biyanî bûbin û ew stem li hemberî gelê me kiribe, wê demê eger aliyên navxweyî bi destê xwe serî li parçekirina wê bidin, karekî gelek ji wê jî xirabtir dikin û behskirina wê jî ji bo xelkê Kurdistanê nexweş e, ji ber ku ti garantiyek jî nîne ku bi parvekirina Herêma Kurdistanê pirsgirêkên gelek mezintir çê nebin."
Di derheqa çarenivîsa destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî ji bo şikandina xitimandina siyasî û nêzîkbûna li gel aliyan, Mehmûd Mihemed amaje bi wê yekê da ku piştî peyam û banga cenabê Serok, PDKê hemî rêkarên pêdivî bi cih anîne daku çawa dest bi bicihanîna vê peyamê bê kirin û ew bizav jî dê berdewam bin.
Di derheqa sedema rûniştin û civîna li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Berdevkê PDKê got: "Ti asteng di holê de nîne û pêştir jî pirsgirêkên gelek kûr di navbera her du aliyan de hebûne û hatine çareserkirin, ji ber ku girîngiya hêzên siyasî di wê yekê de ye ku di dema çêbûna arêşeyan de, çareyan bibînin daku bi hev re kar bikin."
Di bersiva pirsyarekê de li ser biryara Dadgeha Federal a Îraqê li ser redkirina giliya hilweşandina gera Parlamentoya Kurdistanê, Mehmûd Mihemed tekez kir ku birina derve ya pirsgirêkên navxweyî bo Bexdayê bi rêya giliyan rêyeke rast nîne, belkî pêdivî ye alî di navxwe de danûstandinan bikin û eger her nêrîneka cuda jî hebe, bi hevfêmkirineka hevpar çareser bikin.
Berdevkê PDKê daxwaz ji hemî wan partiyan jî kir ên ku xwediyên kursiyên parlamentoyê ne ku hest bi berpirsiyariya niştimanî ya vê qonaxê bikin û got: "Dengderan berpirsiyariya birêvebirina welat xist ser milê wan daku parlamento qanûnan derbixe û çavdêriyê bike, herwisa li gel pêkanîna hikûmet û saziyên rewa, lewma erkê hemîyan e ku pêkve welat bi rê ve bibin."
Di dawiyê de jî, Berdevkê PDKê zelal kir ku hemî bizavên wan ji bo wê yekê ne ku zemînekê biafirînin ku zêdetir tebayî û hevfêmkirin çê bibe û bi yekrêziyê ji vê qonaxa dijwar û astengan derbaz bibin; herwisa biryardana li ser awayê pêkanîna kabîneya hikûmetê jî bo encama danûstandinên navbera aliyên siyasî di paşerojê de dimîne.