Siûdiyê du dronên Hûsiyan li asmanê Mekeyê êxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyê ragihand ku hêzên berevaniya asmanî ya wî welatî kariye du dronan li asmanê Mekeyê li rojavayê Siûdiyê pûç bikin, ku ji aliyê Hûsiyan ve ji Yemenê hatibûn arastekirin.
Li gorî ragihandina Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyê, hêzên berevaniya asmanî îro Yekşem, 15ê Mijdara 2026ê, bi rengekê serkeftî ew dron li asmanî pûç kirine. Tevî wê yekê, heta niha ti hûrgilî li ser wan cihên ku bûne armanc an qebareya zirarên canî û madî yên wê êrîşê nehatine eşkerekirin.
Ev pêşhat di demekê de ye ku aloziyên di navbera Siûdiye û Hûsiyan de berdewam in. Hûsiyan pêştir gelek caran bi mûşek û dronan êrîşî jêrxane û deverên cuda cuda yên axa Siûdiyê kiriye, bi awayekî ku di çend rojên borî de hejmareka êrîşên bi wî rengî hatiye tomarkirin.
Di 11ê vê mehê de, desthilatdarên Siûdiyê ragihandibû ku wan du dronên Hûsiyan li deverên Meke û başûrê wî welaî êxistine. Herwisa di 12ê vê mehê de jî, ajansa Reutersê belav kiribû ku paşmayiyên du mûşekên balîstîk, ku ji aliyê sîstemên berevaniya asmanî ve bûbûn armanc, li du cihên devera Mekeyê ketine xwarê.
Ji aliyekî din ve jî, Hûsiyan gelek caran red kiriye ku Meke û Medîne kiribin armanc. Wan tekez kiriye ku operasyonên wan tenê cihên leşkerî û stratejîk dikin armanc. Şemiya borî, 14ê vê mehê, Siûdiyê ragihandibû ku du dronên din êxistine ku Hûsiyan bi arasteya deverên Riyad û başûrê wî welatî şandibûn.
Têkçûna rewşa ewlehiyê û nûbûna êrîşan di demekê de ye ku ev çend sal bûn aramiyeke rêjeyî piştî agirbesteke Neteweyên Yekbûyî di sala 2022ê de berqerar bû. Vê rewşê nîgeraniyên li ser berfirehbûna bazineya aloziyan û bandora wan a zincîreyî li ser ewlehiya deverê û hatin û çûna deryavaniyê li Deryaya Sor zêdetir kiriye.