Rêber Ehmed: Armanca me danana siyaseteke durist bo rêkxistina koça qanûnî ye

Rêber Ehmed
Rêber Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di Konferansa Navdewletî ya Koçê li Viyanayê de, li gel Wezîrê Koçê yê Swêdê Johan Forssell civiya; di wê hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên aborî, kişandina veberhênana Swêdî bo Herêma Kurdistanê û rêkxistina pirsa koçê hatin behskirin.

Wezîrê Koçê yê Swêdê Johan Forssell îro Duşem, 16ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyekê de ji bo peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand ku civîna wan a bi şanda Herêma Kurdistanê re pir binirx bû û got: "Hevahengiya di doseya koçê de ji bo Swêdê û Herêma Kurdistanê jî girîng e.”

Forssell amaje jî da: “Herwisa me li gel Wezîrê Navxwe derfetên aborî nîqaş kirin daku em bikarin zêdetir sermaye û veberhênana Swêdî ber bi Herêma Kurdistanê ve araste bikin, ev jî dibe sedema baştirkirina rewşa jiyanê û paldana xelkê ji bo mana li welatê xwe."

Li hemberî vê yekê jî, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed amaje bi wê yekê kir ku ew tevlî konferansa 11ê ya Navenda Navdewletî ya Pêşxistina Siyasetên Koçê (ICMPD) bûne û di çarçoveya wê de, çend hevdîtinên dualî li gel Wezareta Dadê ya Norwêcê û Wezareta Koçê ya Swêdê pêk anîne.

Wezîrê Navxwe herwisa got: "Armanca me di van hevdîtinan de parvekirina siyaseteke rast e ji bo rêkxistina koça qanûnî û alîkarîkirina welatiyên me li derveyî welat. Di dema borî de jî hevahengiyeke me ya baş hebû û me karî bi rêya dezgehên xwe pirsgirêka belgeya fermî ji bo bi sedan welatiyên xelkê Herêma Kurdistanê çareser bikin, ku bûn xwediyên nasnameyên Norwêcî."

Rêber Ehmed tekez li ser wê yekê jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hevahengiya li gel Swêd û Norwêcê ji bo afirandina zemîneyeke guncayî ji bo wan welatiyên ku bi daxwaza xwe vedigerin niştiman berdewam e.

Navbirî herwisa got: "Bi rêya Navenda Hevpar a Hevahengiya Qeyranan (JCC), em bi temamî alîkariya koçberên vegeriyayî dikin, herwisa em revenda Kurdistanî li Ewropayê pal didin ku bi awayekî erênî tevlî civakên xwe bibin, qanûnan biparêzin û wêneyeke geş a mirovê Kurd li cîhanê nîşan bidin."