Îstixbarata Amerîkayê: Îran plana êrîşeke kîmyayî li ser Waşîngtonê datîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî raporeke kanala CNNê ku xwe dispêre heft berpirsên Amerîkî, Îran bijardeyên êrîşa li ser axa Amerîkayê dinirxîne. Di nav planên eger de, armanckirina berpirsên pilebilind ên rêveberiya Donald Trump û bikaranîna "bombeya qirêj" an çekên kîmyayî li Waşîngtonê hene.

Berpirsên Amerîkî diyar dikin ku ev plan hîn di qonaxa nirxandinê de ne û nayê wê wateyê ku êrîşeke nêzîk heye. Tevî ku îstixbarata Amerîkayê peywendiyên derbarê komkirina kelûpelên teqemeniyan di nav Amerîkayê de şopandine jî, li ser asta bawerpêkirina wan zanyariyan nerînên cuda hene. Herwiha tê hişyarkirin ku êrîşeke wiha dikare bi rêya kesên ku jixwe di nav Amerîkayê de ne bê kirin.

Li hember vê yekê, Berdevka Koşka Spî Lauren Bis tekez kir ku Amerîka hemû gefan dişopîne, lê got: "Niha ti gefeke bawerpêkirî nîne ku axa Amerîkayê bike armanc."

"Bombeya qirêj" ji çeka atomî cuda ye; ew bi teqemeniyên asayî madeyên radyoaktîf belav dike, tirsê çêdike û herêmekê qirêj dike, lê hêza wê ya wêrankirinê wek ya bombeya atomî nîne.

Ji ber van gefan, berpirsên Amerîkayê civînên xwe zêde kirine û hefteya borî Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent bi biryara Servîsa Veşartî bo cihekî leşkerî hat veguhastin.

Ji bilî Waşîngtonê, Amerîka ditirse ku Îran li dijî hêz û dîplomatkarên wê yên li Rojhilata Navîn jî çekên kîmyayî bikar bîne. Ji bo vê yekê hewlên parastin û perwerdekirina karmendên li herêmê hatine zêdekirin.

Nûnertiya Îranê li Neteweyên Yekgirtî tohmetên bikaranîna çekên kîmyayî wek "îdiayên nerast û çêkirî" red kirin û ragihand ku Tehran di her şertî de li dijî van çekan e.

Ev geşedan di demekê de ne ku êrîşên leşkerî û dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li ser Îranê berdewam in û gotûbêjên ji bo rawestandina şer, rakirina dorpêçan û vekirina Tengava Hurmizê xitimîne. Berpirsên Amerîkî ditirsin ku eger desthilata Îranê bikeve metirsiyê, Tehran rîska bersiveke leşkerî ya berfireh bide ber çavên xwe û aloziyan derbasî nav axa Amerîkayê bike.