Zêdetirî yek milyar dolar ziyan gihîştiye sektora firokevaniyê ya Amerîkayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Rawestandina geştên asmanî li seranserê Amerîkayê ku ji 13ê vê mehê ve ji ber pirsgirêkeke teknîkî di sîstema çavdêriya asmanî de rû da, zêdetirî yek milyar dolar ziyan gihandiye kompanyayên firokevaniyê.
Ev rewş derbeyeke din a darayî ye li wî sektorî ku berê jî ji ber bilindbûna buhayê sotemeniyê û kêmbûna qezencê rûbirûyî ziyanê bûbû.
Li gorî analîzeke kompanyaya Raymond James, 9 kompanyayên mezin ên firokevaniyê yên Amerîkî û Kanadayî li xwe digire, ji ber biryara rawestandina geştan American Airlines Group herî zêde ziyanê dibîne û tê pêşbînîkirin ku di navbera 136 heta 354 milyon dolar qezencê ji dest bide.
Li gorî heman analîzê, ziyanên pêşbînîkirî yên Delta Air Lines di navbera 94 heta 244 milyon dolarî de û yên United Airlines jî di navbera 88 heta 229 milyon dolarî de ne.
Duh Duşemê, Wezîrê Veguhestinê yê Amerîkayê Sean Duffy di civîneke rojnamevanî de ragihand, têkçûna tevgera asmanî ya roja Îniya borî bi milyaran dolar ziyan gihandiye aboriya welêt.
Li gorî daneyên kompanyaya Cirium, ji roja Îniya borî heta sibeha Duşemê, li firokexaneyên Amerîkayê nêzîkî 19,400 geştên asmanî hatine betalkirin an paşxistin, ku ev yek dike nêzîkî %18ê hemû geştên plankirî.
Di vê çarçoveyê de jî American Airlines herî zêde ziyan dîtiye û nêzîkî 5,888 geşt betal kirine an paşxistine, ku dike nêzîkî %23ê hemû geştên wê yên plankirî.