Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê projeya geştyarî ya "Movenpick Gomespan" datîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Mijdara 2026an, kevirê bingehîn ê projeya geştyarî ya "Movenpick Gomespan Resort" li bakurê rojhilatê Hewlêrê datîne.

Ev projeya geştyarî bi branda "Movenpick"ê ji aliyê kompanyaya "Alcove"ê ve û di bin çavdêriya kompanyaya "Accor"ê de tê avakirin. Proje li ser nîvgiravekê li peravên Gola Gomespanê cih digire û dîmena wê li ser golê ye; herwiha hatiye plankirin ku bibe cihekî pêncstêrkî yê bêhnvedanê ji bo malbatan, mana rehet, şahiyên hevjîniyê û bûyer û merasîmên cuda.

Proje ji 140 odeyan pêk tê û xwedî taybetmendiyeke mîmarî ye ku îlham ji rîzortên kenarê deryayê yên Îtalyaya neoklasîk wergirtiye. Dîzayna wê ji cihên manê, rûberên keskahiyê û balkonên ber bi golê ve pêk tê; kompanyaya "P&T Group" jî wek mîmar û şêwirmendê sereke yê dîzaynê karên wê kirine.

Xizmetguzariyên sereke yên projeyê ev beş in:

- Xwaringeh, holên bêhnvedanê, ligel xwaringeh û kafeyeke taybet bi dema avabûna rojê.

- Navenda tenduristiyê (Spa), hola werzîşê, melevangehên vekirî û girtî.

- Klûba taybet bi zarok û ciwanan, ligel cihên bazarkirinê.

- Terxankirina rûberê 1,800 metre çargoşe taybet bi bûyer û merasîman, ku tê de holeke mezin a şahiyan, çar holên civînan û cihên taybet ji bo şahiyên hevjîniyê, bûyerên taybet û civînên bazirganî yên kompanyayan hene.

 Branda cîhanî ya Movenpickê û yekem şax li Kurdistanê
Movenpick brandeke navdewletî ya naskirî ya mêvandariyê ye û bingeha wê Swîsrî ye. Dîroka wê vedigere sala 1948an û bi pisporiya xwe ya di xwarinçêkirinê û xizmetguzariya germ de tê naskirin. Heta niha li zêdetirî 40 welatên cîhanê gihîştiye zêdetirî 140 otêl û rîzortan.

Ev brand beşek e ji koma "Accor"ê ku wek komeke pêşeng a mêvandariyê ya cîhanî li 110 welatan xwediyê zêdetirî 5,800 otêl û rîzortan e.

 Bendava Gomespanê û geşepêdana herêmê
Bendava Gomespanê sêyemîn bendava herî mezin a Herêma Kurdistanê ye û di 16ê Cotmeha 2024an de hat vekirin. Herwiha di 24ê Sibata 2026an de jî projeya rêya dusalî ya "Hewlêr - Gomespan" hat vekirin, da ku herêm bibe yek ji mezintirîn navçeyên geştyarî li parêzgeha Hewlêrê.