Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransayê çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Mijdara 2026a, pêşwazî li Balyozê nû yê Fransayê li Iraqê Alexandre Garcia kir.

Li gorî daxuyaniya civînê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li balyoz kir û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî yê dîplomatîk nîşan da. Herwiha amaje bi peywendî û dostaniya dîrokî ya navbera Fransa û Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser girîngiya bihêztirkirina peywendiyên dualî di warên cuda de kir.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Fransayê spasiya piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, sersamiya xwe ya li hemberî pêşketin û avedaniya Hewlêr û Herêma Kurdistanê nîşan da û xwasteka welatê xwe ya ji bo pêşxistina zêdetir a peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê dubare kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû, derbarê pêvajoya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoyê de bîr û nerîn hatin guhertin, ku niha wek saziyeke bilind a rewa û yasayî dîsa çalak bûye û dest bi karên xwe kiriye.