Almanya piştgiriyê dide parastina aştî û aramiya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Mijdara 2026an,pêşwazî li Wezîra Federal a Hevkariya Aborî û Geşepêdanê ya Almanyayê Reem Alabali Radovan û şandeya pê re kir.

Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Serokê Hikûmetê, di civînê de ku herdu parlamenterên Almanyayê Qasim Tahir Salih û Serdar Yûksel jî tê de amade bûn, herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina peywendiyên dualî di warên cuda de kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştgiriya berdewam a Almanyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di şerê rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de. Ji aliyê xwe ve, şandeya Almanyayê piştgiriya welatê xwe ji bo parastina aştî û aramiya Herêma Kurdistanê dubare kir.

Di beşeke din a civînê de, behsa girîngiya pêvajoya çalakkirin û hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê hat kirin, ku wek gava yekem a pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi karên xwe kiriye.

Herwiha pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser bingeha destûrê û asayîkirina rewşa Şingalê jî beşekî din ê gotûbêjan bû.