Fly Erbil geştên rasterast ên navbera Hewlêr û Şamê dide destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Hêla Asmanî ya "Fly Erbil"ê ragihand ku ji 2ê Berçileya 2026ê ve dê geşta yekê ya rasterast di navbera Hewlêr û Şamê de bide destpêkirin û heftiyane dê sê geştan bike; bi vê yekê jî dibe Kompaniya yekê ya Kurdî û Îraqî ku geştên rasterast bo wî welatî bike.

Rêveberê Bicihanînê yê Kompaniya “Fly Erbil”ê Lawend Memûndî îro Sêşem, 17ê Mijdara 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Kompaniya “Fly Erbil”ê geşta yekê ya asmanî ya di navbera Hewlêr û Şamê de di 2ê Berçileya 2026ê de dide destpêkirin û hemî amadekarî jî temam bûne."

Rêveberê Kompaniya “Fly Erbil”ê dibêje: "Heftiyane sê geşt ji aliyê Kompaniya me ve tên kirin û ev kompaniya yekê ya Kurdî û Îraqî ye ku geştên rasterast ji Îraqê bo wî welatî bike."

Herwisa Desteya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyeyê jî ragihandiye ku ev pêngav di çarçoveya bihêzkirina peywendiyên asmanî yên di navbera Komara Erebî ya Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê de tê, ji bo dabînkirina zêdetir bijardeyên geştyarî û pirrengiya geştyaran, bi awayekî ku di berfirehkirin û mezinkirina torên asmanî yên balafirxaneyên Sûriyeyê de pişkdar bibe.

Ev jî di demekê de ye ku niha geştên rasterast ên di navbera Hewlêr û Şamê de ji aliyê Kompaniya “Fly Cham”ê ve tên kirin û heftiyane sê geştên wê hene.