Dirêjtirîn pira hilawîstî ya geştyarî li Balekayetiyê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li devera Balekayetiyê ya ser bi qezaya Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê ve, projeya “Pira Hilawîstî ya Çelebî” hat vekirin. Pir li ser newaleke kûr hatiye avakirin û bi dirêjahiya xwe ya 160 metreyî û bilindahiya 30 metreyî, ji bo geştyariya serpêhatiyan li navçeyê gaveke nû û girîng e.

Ev pira hilawîstî di nav komelgeheke geştyarî ya Balakayetiyê de ye. Geştyar li wir hem serpêhatiyeke cuda dijîn û hem jî ji jor ve li xwezaya çiyayî ya derdorê temaşe dikin. Ji bo parastina serdanvanan jî rêkarên tund hatine danîn.

Xwediyê projeyê Tariq Ebdurehman ji Kurdistan24ê re ragihand, ji bo ewlehiya geştyaran û parastina jîngeha herêmê, wan rêkarên zelal û tund danîne. Ebdurehman da zanîn ku derbasbûna ji ser pirê bi 12 rênimayan ve girêdayî ye û sereketirîn merc jî ev in:

- Divê pêlavên bêpanî bên lixwekirin.

- Jinên ducanî û kesên ku ji bilindahiyê ditirsin, nikarin derbasî ser pirê bibin.

- Reqisîn û tevgerên metirsîdar li ser pirê qedexe ne.

- Ji bo parastina paqijiya cih û jîngehê, xwarin û birina vexwarinan li ser pirê qedexe ye.

Rêveberê Geştyariya Çomanê Helgurd Mihemed jî diyar kir, vekirina vê pirê nîşan dide ka sektora geştyariyê li Herêma Kurdistanê bi saya piştgiriya hikûmetê çiqas bi pêş ketiye.

Mihemed da zanîn ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide sektora geştyariyê û ji bo rakirina astengiyên li pêşiya veberhêneran dixebite. Herwiha got ku rêveberiya geştyariyê, qaymeqamî û saziyên pêwendîdar ên li Çomanê ji bo sektora taybet her hêsankariyê dikin.

Helgurd Mihemed “Pira Hilawîstî ya Çelebî” wekî mînakeke serkeftî ya projeyên taybet bi nav kir û aşkere kir ku niha komek projeyên din ên geştyarî jî ji aliyê sektora taybet ve li deverê di qonaxa cîbicîkirinê de ne da ku geştyariya navçeyê hîn bêhtir pêş bikeve.