Komeleya Şêx Seîd dijî operasyona li ser Hevbendiyê bertek nîşan da

Diyarbekir (K24) – Komeleya Şêx Seîd derbarê oerasyona binçavkirinê ya dijî Hevbendiyê de amaje kir ku binçavkirinên wisa zirarê didin pîvanên dewleta hiquqê û rêya siyasetê jî teng dike.

Derbarê operasyonên binçavkirinê yên dijî Hevbendiyê de bertekek jî ji Komeleya Şêx Seîd hat. Komeleya Şêx Seîd bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew wan operasyonên binçavkirinê yên dijî rêveberên Hevbendiyê din ava xem û metirsiyê de dişopînin.

Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku mafê hemu partiyên siyasî û rêxistinan heye ku di çarçoveyeke demokratîk de xebatên xwe bimeşînin û destwedardanên dijî van mafan hem zirarê didin pîvanên dewleta hiquqî û hem jî rêya siyasetê teng dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin di demeke ku behsa aştiyê û çareseriyê tê kirin de nayê qebulkirin ku bi hedef nîiandana çend kesan partiyên siyasî bi rêya guvaşa darazê werin bêbandorkirin û çareseriya pirsgirêkên siyasî û civakî şuna darê zorê û operasyonan bi hiquqa gerdunî û li ser zemîna dadperweriyê pêk tê.

Komeleya Şêx Seîd bang kir ku divê mafê hemu akterên siyasî were parastin û pirsgirêk bi rêyên aştiyane û siyasî werin çareserkirin.