Li Diyarbekirê Pêşangeha Pisporiya Xwarinê û Tamên Xwecihî hat lidarxistin
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê Pêşangeha Pisporiya Xwarinê û Tamên Xwecihî ya Mezopotamyayê dest pê kir ku di pêşangehê de hem danasîna xwarinên Mezopotamyayê tê kirin hem jî kompaniyên xwarin û xurekan derfeta qadên nû yên bazirganiyê bi dest dixin. Beşdarên pêşangehê amaje kirin ku dema navnîşana pêşangehê Diyarbekir be ev yek pêşangehê rengîntir û dewlemendtir dike.
Li Diyarbekirê cara 8. Pêşangeha Pisporiya Xwarinê û Tamên Xwecihî ya Mezopotamyayê li Navenda Kongre û Pêşangeha a Mezopotamyayê deriyên xwe vekir. Pêşangeh bi rêrismek rengîn hat vekirin ku şuna qurdeleyê bo vekirinê penêrê qerejdaxê yê 21 metre hat birrîn. Amadekarên pêşangehê amaje kirin ku girîng û watedar e ku pêşangeha xwarinê li Diyarbekira ku pêşengiya çandiniyê kiriye de were li darxistin û ji xwe pêjgeha Diyarbekir jî gelek dewlemend e.
Gerînendeyê Navenda Pêşangehan a Mezopotamya Welat Ektîrîcî di vî warî de got: “Ji xwe pêşgeha Amedê dewlemend e û pêşgeha herêmê jî ji ber Mezopotamya dewlemend e û îca ev herdu hêz tên cem hev, ez dikarim bêjim bingeha gastronomiye Diyarbekir e.” Gerînendeyê Çandiniya Diyarbekirê Adil Alan jî got: “Li Diyarbekirê 59 xwarinan nîşaneya erdnîgariyê wergirtine em dixwazin danasîna wan bikin.”
Di pêşangehê de hem ji bajarên Bakurê Kurdistanê û hem jî ji gelek bajarên din kompaniyên xwarinê beşdar in ku bi vê yekê hem tamên xwecihî baştir û bêhtir tên danasîn hem jî qada bazirganiyê jî geş dibe lê bi bihabûna giştî ve girêdayî bihabûnê di pêşangehê de jî xwe nîşan da.
Welatî Hasan Sancar jî amaje da: “Bihayên berheman giran in, bihayê masiyê wanê 15 dolar e, bihayê hingiv 3 hezar lîre ye ku hingiv ê vî welatî ye, divê hinek guncav bin”
Azad Demîr ê tevlîbûyîyê pêşangehê jî ragihand: “Em ji Colemêrgê hatine vêderê, me hingiv, dims û penêrê colemêrgê aniye, em li benda xelkê Diyarbekirê ne, kîloya hingiv heta 3 hezar lîre jî diçe.”
Yasîn Eşikduzu ê tevlîbûyîyî eşkere kir: “Em ji bajarê Trabzonê beşdarî pêşangehê dibin, nivişkê Trabzonê gelek navdar e, me bi xwe re aniye, kîloya wê 1000 lîre ye, em ji pêşangeha Diyarbekir bihêvî ne, em dizanin pêşangehên vêderê bibereket in.”
Enes Asana yê aşpêj jî got: “Em dixwazin xwarinên Diyarbekir ên hatine jibîrkirin careke din bînin rojevê.”
Pêşangeha Pisporiya Xwarinê û Tamên Xwecihî de ji 62 bajaran 172 kompanî beşdar in û wê heta 22yê mijdarê deriyên pêşangehê bo welatiyan vekirîbe.