Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê dixwazin ziman û çanda Kurdî bidin nasîn
Diyarbekir (K24) – Li Zanîngeha Dîcleyê bo hevnasîna xwendekaran û xwedîlêderketina çand û zimanê kurdî bernameyek taybet hat li darxistin. Di bernameyê de dengbêjan kilamên xwe pêşkêşî xwendekaran kirin, helbest hatin xwendin. Akademîsyen û xwendekaran bal kêşandin ku her ku diçe eleqeya bo çand û zimanê kurdî zêdetir dibe û ji ber ku nava ciwanan de ev yek pêk tê watedartir û hêjatir dibe.
Li Zanîngeha Dîcleya Diyarbekir bi hevkariya Komeleya Wêje û Zimanê Kurdî û Weqfa Stêrka Bakur bi taybetî jî bi beşdariya Xwendekarên Beşa Wêje û Zimanê Kurdî bernameyek rengîn di hewşa Fakulteya Wêjeyê ya Sezaî Karakoç de hat li darxistin. Bername bo hevnasîn û xwedîlêderketina çand û zimanê kurdî hat amadekirin û beşdaran amaje kirin ku ew dixwazin bala xwendekarên zankoyê bikêşin ser çand û zimanê kurdî û bo axaftina bi zimanê kurdî ciwan werin handan.
Serokê Komeleya Wêje û Zzimanê Kurdî Mihemedê Qaxizmanî di vî warî de ragihand: “Armanca me ew e ku geşepêdanekê di zimanê kurdî de pêk bînin û bo vê yekê her sal em vê bernamê li dar dixin.”
Janya Berfîn a xwendekar jî ragihand: “Em dixwazin nav ciwanan de zimanê kurdî bidin belavkirin û pêşwaziya xwendekarên nu dikin.” Beyza Nûr a xwendekar jî got: “Ez di pola yekem de me, dema hatîm kurdiya min newisa bû lê her ku diçe xwe pêş dixim.”
Di dernameya hevnasînê ya xwendekaran de Dengbêjan jî bi klamên xwe rengek cawaz dan rêrismê û akademîsyenan jî amaje kirin ku bernameyên wisa ji ber ku xwendekaran haydar dike ku beşek bi navê Wêje û Zimanê Kurdî heye girîng û hêja ye.
Akademîsyen Profesor Osman Aslanoglû jî amaje da: “Çalakiyên wisa bo pêhesandinê girîn in û sudbexş in, dide nîşan ku asayîbûnek heye, normalîzebûnek heye.”
Xwendekarên Beşa Wêje û Zimanê Kurdî dixwazin dewlemendiya ziman dîrok huner û çanda kurdî bêhitr û kurtir binasin.