Li Dihokê zêdetirî 3 hezar parçe zevî li ser fermanberan tên dabeşkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Qonaxa dehem a proseya dabeşkirina parçe zeviyan li ser fermanberên sînorê parêzgeha Dihokê dest pê dike. Li gorî planê, dê heta dawiya îsal hejmara zeviyên dabeşkirî bigihîje 30 hezar parçeyan.
Qonaxa dehem a proseya dabeşkirina parçe zeviyan li ser fermanberên sînorê parêzgeha Dihokê îro (Pêncşemê, 19ê Mijdara 2026an) dest pê dike û di vê qonaxê de zêdetirî 3 hezar parçe zevî dê li fermanberan bên belavkirin.
Rêveberê Giştî yê Şaredariyên Dihokê ji Kurdistan24ê re ragihand, prose bi şêweyê pişkavêtina elektronîk li sînorê şaredariyên Bicîl, Roviya û Misîrîkê birêve diçe. Herwiha diyar kir ku biryar e di dahatûyê de zêdetirî 5 hezar û 500 parçe zevî li sînorê şaredariya Kelekê jî li ser fermanberan bên dabeşkirin.
Li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Şaredariyên Dihokê, heta niha nêzîkî 22 hezar parçe zevî hatine dabeşkirin. Aliyê peywendîdar plan dike ku heta dawiya îsal, hejmara parçe zeviyan ku li ser fermanberan tên dabeşkirin bigihîne 30 hezar parçe zeviyan.
Proseya dabeşkirina zeviyan li ser fermanberan, di sala 2024an de bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dest pê kir. Li gorî biryarê, her fermanberek parçe zeviyekî bi rûbera 200 metreyan werdigire.