Pêşangeheke fotografî bo 20 hunermendên Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşangeha fotografî ya "Yek Cîhan"ê, ku 20 berhemên 20 ciwanên behremend ên Rojavayê Kurdistanê vedigire, li Hola Kargeha Çandî ya Silêmaniyê hat vekirin û armanc jê xurtkirina peywendiyên hunerî di navbera parçeyên Kurdistanê de ye.

Serpereştyarê pêşangehê Aram Ebdullah îro Pêncşem, 19ê Mijdara 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Di vê pêşangehê de, 20 berhemên fotografî yên 20 ciwanên behremend ên Rojavayê Kurdistanê hatine nîşandan.

Aram Ebdullah herwisa got: “Ev berhem jî bi rêya zimanê wêneyan bizav in, ji bo veguhastina çîrokan, tomarkirina dîmen û bûyerên cuda cuda û diyarkirina nêrîna fotografên ciwan li hember jiyanê û derdora wan."

Navbirî di derheqa girîngiya navê pêşangehê de jî got: "Navê pêşangehê 'Yek Cîhan' bi xwe amajeyeke girîng e ji bo wê fikrê, ku her wêneyek ne tenê dîmenekî tomarkirî ye belkî li pişt xwe çîrok, bîranîn, hest û peyamek hilgirtiye. Fotografî wekî zimanekî hunerî, şiyana hene ku bêyî pêdivîtiya bi peyvan, kêliyekê ji jiyanê bixe ber destê bîneran û wisa bike ku ji kujiyekê cuda ve li wî dîmenî binêrin."

Serpereştyarê pêşangehê amaje jî kir: "Girîngiya wêneyî ne tenê di bedewiya dîmen û awayê wênegirtinê de ye, belkî di wê mana û peyamê de ye ya ku li pişt wê kêliyê heye. Fotograf bi hilbijartina dem, cih û kujiyê wênegirtinê, parek ji nêrîn û hestê xwe dixe nava berhema xwe; bi vê yekê wêne dibe tiştekê zêdetir ji tomarkirina kêliyekê û bo belgeyekî dîtarî diguhere ku dikare çîrokekê vebêje û hizirkirina bîneran bilivîne."

Di derheqa tevlîbûna hunermendên pişkdar ên pêşangehê de, Aram Ebdullah dibêje: "Di pêşangehê de 20 berhemên fotografî ji aliyê 20 ciwanan ve hatine pêşkêşkirin, ev jî derfetek e ji bo ku her yek ji pişkdaran bi rêya karê xwe nêrîn û awayê xwe yê hunerî bide nasîn. Cudahiya ezmûn û nêrîna kesan di fotografiyê de dikare bibe sedema pirrengiyeke zêdetir di pêşkêşkirina dîmen û çîrokan de; ji ber ku her fotografek bi çavê xwe li cîhanê dinêre û bi awayê xwe yê taybet bizavê dike tiştê ku dîtiye veguhêze."

Aram Ebdullah behsa girîngiya birêveçûna wê pêşangehê jî kir û got: "Vê pêşangehê girîngiyeke taybet ji aliyê piştevanî û nasandina behreyên ciwan ve heye; bi taybetî ew fotograf û hunermendên ku pêdivîtiya wan bi zêdetir derfetan ji bo pêşkêşkirina berhemên xwe û nasandina şiyanên xwe bi bîner û civaka hunerî heye. Pêşangehên bi vî rengî ne tenê cihê nîşandana berheman in, belkî ji bo çêkirina peywendiyê di navbera pişkdar û bîneran de derfet in, guhertina ezmûnan û berfirehkirina têgihiştinê li ser hunera fotografiyê."

Aram Ebdullah amaje jî da: "Herwiha tevlîbûna ciwanên Rojavayê Kurdistanê di pêşangeheke hunerî de li bajarê Silêmaniyê nîşana girîngiya peywendiya hunerî ya di navbera parçeyên cuda cuda yên Kurdistanê de ye. Huner dikare bibe pirek ji bo nêzîkkirina ezmûn û şiyanan, nasandina behreyan û çêkirina derfeta hevkariyê di navbera hunermendên deverên cuda cuda de. Ev çalakî jî roleke girîng di bihêzkirina peywendiyên çandî û geşepêdana jiyana hunerî de dilîzin."

Pêşangeha fotografî ya "Yek Cîhan"ê duhî Çarşemê, 18ê Mijdara 2026ê ji aliyê Rêxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê ve hat vekirin û dê sê rojan berdewam be.