Cihê çekdarên Heşda Şeibî li Curf Sexirê tê guhertin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Operasyonên Heşda Şeibî sibe dest bi proseya guhertina cihê hêzên xwe li nahyeya Curf Sexirê dike.

Rêveberiya Giştî ya Ragihandina Desteya Heşda Şeibî îro Pêncşem, 19ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyekê de eşkere kir ku li ser bingeha biryarên Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî, Fermandariya Operasyonên Heşda Şeibî sibe În, 20ê Mijdara 2026ê, dest bi proseya guhertina cihê hêzên xwe li nahyeya Curf Sexirê dike.

Di wê daxuyaniyê de hatiye ku ew prose dê li gorî rêkarên serbazî yên pejirandî bê bicihanîn.

Ev jî di demekê de ye ku pêştir Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Îraqê ragihand ku ew binpêkariyên li devera Curf Sexrê li ser boriya petrolê hatine kirin dê ji dadgehê re bên şandin û rêkarên qanûnî dê li hember wan bên bicihanîn; tekez li ser wê yekê jî kir ku li ser fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar cihê hêzên wê deverê dê bê guhertin.

Derketina aloziyên van demên dawiyê yên "Curf Sexr"ê bertekeke rasterast bû li ser biryara 14ê Mijdara 2026ê ya Serokwezîrê Îraqê ji bo dûrxistina neh berpirsên bilind ên ewlehiyê û kerta petrolê. 

Ev guhertinên ku Rêveberê Polîsên Babilê, Fermandarê Heşda Şeibî li wê parêzgehê, Fermandarê Lîwaya Şeşê ya Polîsên Enerjiyê û Rêveberê Kompaniya Boriyên Petrolê vegirtin, piştî wê yekê hatin ku lêkolîn hebûna parzinîngeheke neqanûnî û destdirêjîkirina li ser sê tayên boriya stratejîk a Besra - Hedîseyê li wî sînorî eşkere kirin.

Devera Curf Sexrê ku nêzîkî 60 kîlometreyan li başûrê rojavayê Bexdayê ye, di Cotmeha 2014ê de ji destê DAIŞê hat rizgarkirin. Tevî derbazbûna nêzîkî 12 salan di ser kontrolkirina wê deverê re, hêj xelkê wê yê resen di koçberiyê de dijî û desthilata temam a deverê jî di destê komên çekdar de maye.