Yekîtiya Ewropayê bo K24ê: Em piştgiriyê didin Herêma Kurdistanê ya hevgirtî
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkekî Yekîtiya Ewropayê helwesta fermî ya Brukselê li ser bizavên parvekirina Herêma Kurdistanê û dosyaya qaçaxçîtiya petrolê li Îraqê ragihand, herwisa tekez li ser wê yekê jî kir ku divê xwe ji her pêngavekê dûr bikin ku parvebûnê li Herêma Kurdistanê zêde dike.
Berdevkekî Yekîtiya Ewropayê îro Pêncşem, 19ê Mijdara 2026ê, di bersiva pirseke malpera Kurdistan24ê de, li ser helwesta Yekîtiya Ewropayê li hember wan destpêşxeriyên ku ji aliyê hin aliyên siyasî ve ji bo parvekirina kargêrî û avakirina herêmeke cuda li Kurdistanê tên kirin, tekez kir: "Yekîtiya Ewropayê li ser piştgiriya xwe ya demdirêj ji bo Herêma Kurdistanê ya yekgirtî, aram û demokrat di çarçoveya Îraqeke federal de berdewam e."
Wî Berdevkê Yekîtiya Ewropayê herwusa tekez li ser wê yekê jî kir ku pêdivî ye xwe ji her pêngavekê dûr bikin, ku bibe sedema zêdebûna parvebûnan.
Li ser bizavên hikûmeta Îraqê ji bo sepandina desthilata dewletê li Curf Sexirê û rûbirûbûna torên dizîna petrolê, Berdevkê Yekîtiya Ewropayê ragihand: "Em piştgiriyê li serweriya Îraqê, vegerandina desthilata dewletê û bizavên ji bo rûbirûbûna qaçaxçîtiya neqanûnî ya petrolê û tawanên rêkxistî dikin."
Ev jî di demekê de ye ku Yekîtiya Ewropa û hevpeyman berdewam tekeziyê li ser wê yekê dikin ku hevgirtina hêz û saziyên Herêma Kurdistanê şertekî sereke ye ji bo parastina qewareyê û misogerkirina aramiya giştî li Îraq û deverê.