Seid Mein: Amadekarî bo bicihkirina hêzan li Curf Sexirê hatin destpêkirin

Seid Mein
Seid Mein

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Peywendiyên Giştî li Nivîsîngeha Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar destpêkirina amadekariyan ji bo bicihkirina hêzan li nahyeya Curf Sexirê di sibeha Înê de ragihand; herwisa tekez li ser wê yekê kir ku gihîştina hêzên ewlehiyê bo rewşa amadebaşiya C rêkareke asayî ye û nayê wateya hebûna ti pirsgirêkeke ewlehiyê.

Serokê Desteya Peywendiyên Giştî li Nivîsîngeha Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Seed Mein di daxuyaniyeke televîzyonî de amaje bi wê yekê kir ku seet 06:00 ê serê sibeha sibe În, 20ê Mijdara 2026ê, hêzên ewlehiyê li nahyeya Curf Sexirê dest bi kar dikin.

Seed Mein herwisa ragihand: "Hêz ji Lîwaya 38ê ya Feyleqa Dehê ya Artêşa Îraqê, Lîwaya 17ê ya Polîsên Federal, Lîwayên 72 û 79 yên Heşda Şeibî û herwisa hêzeke Polîsên Enerjiyê pêk tên."

Navbirî amaje bi wê yekê jî kir ku hêzan dest bi belavbûnê kiriye û gihîştine deverê, ev jî bi piştevaniya rasterast a Wezareta Navxwe û Nivîsîngeha Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û girîngîpêdana Serokê Encûmena Wezîran bi xwe.

Serokê Desteya Peywendiyên Giştî li Nivîsîngeha Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê eşkere jî kir ku hebûna hêzan li nahyeyê dê berdewam be, ji ber girîngiya stratejîk a deverê û pêgeha wê di navbera çend parêzgehan de.

Di derheqa ragihandina rewşa amadebaşiya C de, Seed Mein tekez kir ku ev rêkar di çarçoveya amadekarî û rêkarên asayî de tê ku herwisa ligel proseyên veguhastina baregeyan, guhertina hêzan û dubare belavkirinê tên kirin û nayê wateya hebûna pirsgirêk an gefeke ewlehiyê.

Seed Mein amaje bi wê yekê jî kir ku Fermandariya Heşda Şeibî jî ji aliyê xwe ve destpêkirina rêkarên guhertina hêzên xwe li deverê ragihandiye.

Ji aliyekî din ve Serokê Fermangeha Peywendî û Ragihandinê li Wezareta Navxwe ya Îraqê Miqdad Mîrî di daxuyaniyekê de ragihand: "Hêzên Wezareta Navxwe bi taybetî Polîsên Enerjiyê, Polîsên Federal û Polîsên Navxwe dê roleke mezin û girîng li nahyeya Curf Sexirê hebin."