Hêmin Hewramî: PDKê zemînesaziya pêdivî bo civîna ligel YNKê kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Hêmin Hewramî di hevdîtinekê de ligel Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê ragihand ku çalakkirina Parlamentoyê ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê bûye, tekez jî kir ku PDK amade ye di zûtirîn dem de ligel YNKê bicive.
Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî duhî Pêncşem, 19ê Mijdara 2026ê, ligel Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku PDKê zemînesaziya pêdivî kiriye û amade ye ku di zûtirîn dem de ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicive.
Di çarçoveya wê hevdîtinê de, Hêmin Hewramî siyaset û helwesta PDKê li ser tevahiya pêşhatên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê şîrove kir û got: “Me tekez li ser wê yekê kir ku çalakkirina Parlamentoyê piştî du salan ji hilbijartinan ne ji bo dijatiya ti aliyekî bûye, belkî ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê û rewatiya saziyên destûrî bûye.”
Di derheqa pêngavên civîna ligel YNKê de jî, navbirî ragihand: “Me tekez kir ku di çarçoveya bangawaziya Serok Barzanî de ji bo civîna ligel birayên YNKê, zemînesaziya pêdivî ji aliyê PDKê ve hatiye kirin û me amadebûna xwe nîşan daye ku di zûtirîn dem de ligel YNKê bicivin.”
Wî Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê di pareka dî ya axaftina xwe de tekez kir: “Em hêvîdar in birêzan li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi awayekî erênî bi dengê bangawaziya Serok Barzanî û zemînesaziyên PDKê ve bên.”
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî ji aliyê xwe ve bi girîngî ve siyaseta welatê xwe ya li hember Herêma Kurdistanê şîrove kir, bi merema zêdetir pêşxistina peywendiyên tevalî yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de û zêdetir pêşxistina wan di astên cuda cuda de.