Kurdek bû baştirîn yarîzanê Asyayê yê sala 2026ê

Elîreza Bîranwend
Elîreza Bîranwend

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Bangkokê yê Taylendayê, duhî Pêncşem, 19ê Mijdara 2026ê bi amadebûna Serokê Fîfayê Giannî Infantîno û berpirs û endamên Federasyona Futbola Asyayê, rêûresma baştirînên sala 2026ê ya parzemîna Asyayê bi rê ve çû û di dawiyê de, kurekê Kurd karî ji bo cara yekê di dîrokê de xelata baştirîn yarîzanê wê Asyayê werbigire.

Golparêzê Kurd Elîreza Bîranwend ê hilbijardeya Îranê û yaneya Traktorsazî ya wî welatî karî ji bo cara yekê xelata baştirîn yarîzanê parzemîna Asyayê werbigire. Wî golparêzê Kurd di sala 2026ê de karî ligel hilbijardeya welatê xwe tevlî Mondiyalê bibe û roleke wî ya bibandor jî li ser encamên hilbijardeya wî hebû.

Kurê Kurd di yarîya hilbijardeya welatê xwe li hember Belcîkayê de di qonaxa yekê ya Mondiyala 2026ê de, roleke bibandor li ser encama wê yarîyê hebû û karî 7 derfetên yarîzanên hember vegerîne û tora gola hilbijardeya xwe biparêze; ew yarî jî bû werçerxaneka mezin ji bo golparêzê Kurd û bandoreke zêde jî li ser diyarkirina wî wekî baştirîn yarîzanê Asyayê hebûye.

Elîreza Bîranwend 

Jiyannameya Elîreza Bîranwend

Elîreza Bîranwend di 21ê Îlona 1992ê de li gundê Serabîsê yê parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê bûye û bekaloryosa perwerdeya werzişê ji zanîngeha Semayê wergirtiye. Elîreza di malbateke mezin de bûye û zarokê yekê yê malbata xwe ye û çar xwişkên wî hene, bi navên Serwer, Arêzo, Suhêla û Nêgîn. Herwisa birayekî wî jî heye, bi navê Ehmedreza. Binemal û rehên Elîreza Bîranwend vedigerin gundê Poştê Cezayirî li Xuremabadê yê Rojhilatê Kurdistanê û di nav malbateke eşîretî de mezin bûye.

Elîreza Bîranwend di jiyê 15 saliyê de

Malbata Bîranwend di rewşeke darayî ya baş de nebûn û di bin çîna navîn de bûn; her vê yekê jî ew golparêzê Kurd neçar kir ku dest ji xwendinê berde, daku alîkariya malbata xwe bike. Elîreza di jiyê 15 saliyê de pere deyn kirin daku biçe Tehranê, ji bo ku bigihîje xewna xwe ku yarîzanekî pîşeyî yê futbolê ye.

Bi dilxweşî ve bizavên vî golparêzê Kurd feyde hebû û di dawiyê de bû golparêzê yekê yê yek ji navdartirîn yaneyên Îranê û Asyayê, ku ew jî yaneya Pêrspolîsê bû û piştî wê jî bû golparêzê yekê yê hilbijardeya Îranê; niha jî Bîranwend her golparêzê serekî yê hilbijardeya Îranê ye û di nav rêzên yaneya Traktorsaziyê de yariyê dike.