Keştiyeke petrolê li Tengava Hurmizê hat armanckirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyayên Îranê belav kir ku dengê teqînan li girava Qişmê û Tengava Hurmizê hatiye bihîstin. Ev bûyer ligel nûçeya lêdana keştiyeke petrolê li peravên Umanê hevdem e.
Medyayên Îranê îro În, 20ê Mijdara 2026ê, belav kir ku derdora girava Qişmê bi mûşekekê hatiye armanckirin; herwisa ajansa Tesnîmê ya Îranî jî ragihandiye ku mûşekeke Amerîkayî bi devereke wê giravê ketiye.
Ajansa Farsê ya Îranî li hember wê yekê ragihand ku îhtîmal heye ku dengê wê teqînê li esmanê girava Qişmê ji ber êxistina droneka Amerîkayê bûbe.
Heriwsa Dezgeha Operasyonên Bazirganî yên Deryayî ya Brîtanyayê jî ragihand ku agir bi keştiyeke petrolê ketiye, piştî ku ji aliyê wê yê çepê ve mûşekeke nenas pê ketiye. Diyar jî kir ku ew bûyer di dema derbazbûna wê keştiyê de li Tengava Hurmizê li dûrahiya 8 mîlan ji peravên Xesebê yên Umanê rû daye û ti zirarên canî jê çê nebûne.
Ev bûyer di demekê de ne ku Tehran li ser sepandina sînordarkirinê li ser tevgera keştîvaniyê li Tengava Hurmizê berdewam e, piştî ku li roja 12ê Tîrmeha borî ragihandibû ku ew tengav girtiye. Ev pêngav piştî wê yekê hat ku Amerîkayê li roja 8ê Tîrmehê êrîşên xwe li ser Îranê dabûn destpêkirin.
Desthilatdarên Îranê gefa wê yekê xwariye ku dê wan keştiyan bikin armanc ên ku li derveyî wê rêya ku wan diyar kiriye yan jî bêyî wergirtina destûrê di wê tengavê re derbaz dibin.